Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin 2021-09-28 12:47:09   ENQERE - Berdevkê DEVA'yê Îdrîs Şahîn, têkildarî deklerasyona HDP'ê diyar kir ku muzakere û hevdîtin girîng in. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Mûharrem Erkek jî ev tişt got: "Muxatabê me partiyên siyasî û kesên hilbijartî yên li meclisê ne."   Berdevkê DEVA'yê Îdrîs Şahîn û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Mûharrem Erkek têkildarî deklerasyona HDP'ê axivîn û nêrînên partiya xwe yên ji bo deklerasyona HDP'ê ya ji 11 xalan pêk tê aşkera kirin.    diyar kir ku muzakere û hevdîtin girîng in. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Mûharrem Erkek jî ev tişt got: "Muxatabê me partiyên siyasî û kesên hilbijartî yên li meclisê ne."   DEVA: EM JI PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ KÊFXWEŞ IN    Berdevkê DEVA'yê Îdrîs Şahîn, diyar kir ku weke DEVA'yê pêşniyarên HDP'ê yên ji bo siyaseta demokratîk wan kêfxweş kiriye û wiha got: "Em di nav siyaseta demokratîk de muzakere û hevdîtinên di navbera partiyên siyasî de girîng dibînin. Em jî nêrina HDP'ê re rêz digirin. Ji bo pergala parlamenteriyê em nêzikbûna HDP'ê erênî dibînin. Elbet ew jî di nav siyaseta meşrû de ne. Me berê jî gotibû heke daxwaz bikin û sernavê hevdîtinê li gorî me jî guncav bin em dikarin hevdîtin bikin."   CHP: MUXATABÊN ME HILBIJARTÎ NE   Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Mûharrem Erkek jî girîngiya hevgirtina partiyên muxalefetê ya "pergala parlamenter" destnîşan kir û wiha axivÎ: "Di nav pergala unîter de li meclisê em dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hemû nûnerên ku gel wan hildijibire û dişîne meclisê meşrû ne." Li gorî nûçeya ku Cûmhûriyetê derbas kiriye Erkek, banga HDP'ê ya "ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi muxataban re diyaloq bê danîn" wiha bersivandiye: "Muxatabê me partiyên siyasî yên li meclisê komên wan hene û hilbijartî ne."