Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn 2021-09-25 17:05:21   ÊLIH - Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, têkildarî bersiva Tirkiyeyê ya Komîteya Wezîran a PE’yê ya “Li Îmraliyê binpêkirin nînin” ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclîsê kir.    Saziyên sivîl ên civakî têkildarî binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê tên jiyîn serî li Komîteya Wezîran a Parlementoya Ewropayê (PE) dabûn. Tirkiyeyê jî têkildarî mijarê bersiva “li Îmraliyê îhlal nîne” dabû. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, bersiva Tirkiyeyê “Li Îmraliyê binpêkirin nînin” bir rojeva Meclîsê. Ûca, ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir. Ûca, di pêşnizpirsê de diyar kir ku wê Komîteya Wezîran di civîna ku meha kanûnê de were li dar xistin dê serlêdanê binirxîne.   Ûca, di pêşniyazpirsê de, bersiva Tirkiyeyê ya ji bo Komîteya Wezîran a di 7'ê Îlonê de bi bîr xist û wiha got: “DMME'yê dît ku cezayê girankirî yê Abdullah Ocalan ê bêyî mafê berdana bi şert jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. DMME'yê biryar da ku Abdullah Ocalan rastî tundî û tecrîdek sîstematîk hatiye û ji bo azadiya Ocalan dê bibe bingeha qanûnî. Ev biryar ev heft sal in ji aliyê Tirkiyê ve nayê bicîhkirin.”   ‘MAFÊ RAGIHANDINÊ ÇIMA TÊ ASTENGKIRIN?’   Ûca ji bo Wezîr Gul bibersivîne ev pirs şandin;   “*Xebateke we heye ku hûn bingeha qanûnî ya pêwîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ku bêyî mafê azadkirina bi şertê li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropî hati bû mehkûm kirin, peyda bikin?   * Di bersiva ku ji Desteya Wezîran re hat dayîn de, hat gotin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin qanûnî ye. Bingeha qanûnî ya tecrîdê ku di hiqûqa navneteweyî û navxweyî de wekî êşkenceyê hatî pênasekirin çi ye? Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tu hewldanên we hene?   * Di hiqûqa navneteweyî de çi ye ku nehêle Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike? Çima mafê ragihandina girtiyên li Îmraliyê tê astengkirin?   * Ji 2’yê Gulana 2019’an ve parêzerên Birêz Ocaaln çend caran pê re hevdîtin kirine û çend serlêdanên hevdîtinê hatine redkirin? Malbata Birêz Ocalan çend caran hevdîtin pêk aniye? ”