Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e 2018-02-10 14:39:42 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, piştî girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan navenda DBP'ê ziyaret kir û wiha got: “Dîrok dê têkoşîna mafdar ên hevalên me yên girtî binivîsîn e.” Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, piştî girtîna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên  Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û binçavkirina Alîkara Hevserokê Giştî Hacer Ozdemîr navenda DBP'ê ziyaret kir.    Ozdemîr û endamên partiyê yên pêre piştî hatin pêşwazîkirin, derbasî salona civînê ya partiyê bûn. Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ozturk li vir axivî û wiha got: “Operasyona hat lidarxistin ji ber êrîşên li ser Efrînê ne.”   ‘ME HEMÛ BEDEL DANE BER ÇAVAN’    Ozturk, diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê êrîşa dagirkeriyê ye û wiha bilêv kir: “Hemû kes vê yekê baş dizanîn. Ji ber wê yên ku ji bo Efrînê tiştekê dibin rastî êrîşan tên. Gelên Tirkiyeyê bedelên giran li dijî dagirgeriya li ser Efrînê didin. Erka me siyasetmedarane ku em  vê rastiyê bînin ser ziman. Ne pêwîste hûn herin wir, ew der ne axa Tirkiyeyê ye. Dîro jî dê vê rastiyê baş nîşan bide. Me hemû bedel dane ber çavên xwe û em amadene her cûre bidel bidin. Em ê dêkoşîna xwe bidomînin û gotinên xwe jî bînin ser ziman.”   KARAASLAN: SIYASETA KURD TIM DI HEDEFA ÊRÎŞAN DEYE   Endama Lijneya Rêvebeiya Navenda DBP’ê Hediye  Karaaslan jî, anî ziman ku siyaseta kurd tim di hedefa êrîşan  deye û wiha got: “Ligel vê yekê jî em tim di rêya heqîqetê de meşiyan. Me dest ji rastiyên xwe bernedan.”