Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû 2021-09-01 19:15:01 WAN - Mîtînga Roja Aştiya Cîhanê ya HDP û DBP’ê li dar xist, bi dirûşme û meşa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.    Mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya bi şîara “Aştî Dide Jiyîn” a ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Wanê hat lidarxistin, bi konsera Koma Abdal bi dawî bû. Bi hezaran kes beşdarî mîtînga li Parka Mûsa Anter hat lidarxistin bûn. Di mîtîngê de, tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin, daxwaza aştî û rakirina tecrîdê hat kirin.      BI HEZARAN KES BI DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN   Piştî ku mîtîng bi dawî bû, bi hezaran kes bi awayekî girseryî dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Abo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di dema meşê de, polîsan hertim girse hişyar kir ku dirûşmeyan ne avêjin.    Dûre, polîsan mudaxeleyî kesên ku li kolanên Milli Egemenlik û Mereşê dimeşiyan, kirin.