‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’ 2021-08-25 16:29:11   DÎLOK - Parlementerê HDP’ê Garo Paylan ê di hevdîtina li Dîlokê de axivî wiha got: “Em bikarin HDP’ê mezin bikin wê demê dê tecrîda li Îmraliyê jî rabe.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Em HDP ne, li her derê ne” piştî li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civiya, li avahiya partiya xwe hevdîtina gel pêk anî. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Turgut Oker, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Garo Paylan û Tulay Hatimogûllari û rêveberên HDP’ê beşdarî hevdîtina gel bûn.    Garo Paylan ê di hevdîtinê de qala tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî kir û wiha got: “Tu hevalên me yên di girtîgehê de ji faşîzmê re serî netewand. Ji bo ku ew bên berdan divê em têbikoşin. Ew di girtîgeha sergirtî de em jî di girtîgeha vekirî de ne. Tecrîd divê were şikandin lê mijareke ku em serneketine. Riya şikandina tecrîdê di mezinkirina HDP’ê de derbas dibe. Heke em bikarin HDP’ê mezin bikin wê demê dê tecrîd jî rabe.”   RÊYA SÊYEMÎN   Paylan, destnîşan kir ku her du tifaqên li Tirkiyeyê nikarin pirsgirêkên gelan çareser bikin û wiha axivî: “Desthilat di rêya faşîzmê de ye, muxalefet jî li dijî hişmendiya faşizan berpirsyartiya xwe bi cih naîne. Ji ber vê yekê çareserî di rêya 3’yemîn de ye. Hem tifaqa Cûmhûr hem jî tifaqa Mîlet pir dûrî rêya ku em xeyal dikinin. Tu sozên ku bidin gelên Tirkiyeyê nînin. Em ê rêya 3’emîn ber bi dawiya meha îlonê ve careke din ji gelên Tirkiyeyê re vebêjin.”   HÊZA HDP’Ê    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Alîcan Onlu jî da zanîn ku Dîlok bajarekî stratejîk e, ji ber vê zextên zêde lê tên kirin. Onlu, destnîşan kir ku partiya wan xwedî hezêke ku hevsengiyên siyasî biguherîne ye û wiha got: “Bêyî HDP’ê kes nikare qezenç bike. Lê em bi awayekî rêxistinkirî qels in. Paradîgmaya partiyê bi hêz e. HDP heviya gelan e.”   Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir