Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da 2021-08-20 09:10:06 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di hevdîtinên bi gel re, gel peyama xwe ya di warê "tecrîd, yekîtî û azadiyê" de bi awayekî aşkere daye. Aydenîz got: "Gelê me dibêje, têkoşîn girêdayî şikandina tecrîdê ye û divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê berdan."    Hevdîtinên bi gel ên di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiyê ye" yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, hevdîtinên bi gel re nirxandin û dîtinên xwe yên di vî warî de anîn ziman.    RÊXISTINBÛYÎN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ    Aydenîz, anî ziman ku ji zûde ye ku îqtidara AKP-MHP'ê ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurdî rejîmee faşîst ava dike û bi vê kampanyaya ku wan dest pê kiriye armanca rêxistinbûyîna li dijî faşîzmê ye.   Aydenîz, bilêv kir ku ji bo bandorên polîtîkayên şer ên li ser têkoşîna gelê kurd hîn bibin û li dijî vê bitêkoşin tax bi tax, kuçe bi kuçe û mal bi mal geriyane û bi gel re rojeên sereke yên wekî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweî nîqaş kirine.    KURD Û STATU   Aydenîz got: "Ji bo faşîzm bê qelskirin divê gelê kurd jî hîn bêtir xwe birêxistin bike û hîn bêtir xwedî li xeta xwe ya polîtîk û bîdordozî derkeve. Ji bo vê em li dijî faşîzmê xwe birêxstin dikin. Di civîn û hevdîtinên me yên di vî warî de ev derket holê: Gelê kurd ji bo azadiya xwe têra xwe bedêl daye, lewma êdî divê bibe xwedî statu, bi zimanê xwe bi awayekî azad li axa xwe bijî. Tecrîd jî têkildarî vê ye û li dijî AKP û MHP'ya ku dixwazin faşîzmê bisazûman bikin, divê têkoşîenk civakî rû bide û zemîna avakirina jiyanek bi hev re bê afirandin."    Aydenîz, anî ziman ku di hevdîtinan de gel bi coş û kelecaneke mezin ew pêşwazî kirine û got: "Li her derî jin, ciwan û rûspî em bi moral û kelecan pêşwazî kirin. Me dît ku gelê pir girîngiyê dide xebatên bi vî rengî."    'GEL BI AWAYEKÎ AŞKERE PEYAM DA'    Aydenîz, bilêv kir ku têkoşînek gava bibe civakî wê çaxê watedartir dibe û got: "Di vir de me dît ku têkoşîn a gel e û paşde gav nayê avêtin. Lewma em bi coş û birardariyek mezin hatin pêşwazîkirin. Me ev biryardarî û kelecan di çavên gelê xwe de dît. Yanî gel bi awayekî zelal peyama xwe da ku tu carî paş de gav neavêtiye û heya encam bi dest nekeve dê nesekine. Me jî ev peyam girt."    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz, destnîşan kir ku di rojeva gel de jî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û statuya kurdan heye.    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Aydenîz got: "Gel ewilî doza rakirina tecrîdê û pêkanîna yekîtiya neteeyî dike. KUrd, dixwazin bibin yek. Bi awayekî zelal bilêv dikin ku divê Kurdistan bibe yyek perçe û kurd bibin xwedî pergaleke sazûmanî. Dibêjin, divê hêzên li pêşiya yekîtiyê dibin bend jî bên teşhîrkirin. Diyar dikin ku dê kesên ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk li ber yekîtiya neteweî dibin bend, tu carî efû nekin.    Her wiha dizanin ku astengiya herî mezin a di vî warî de jî tecrîd e û sedema şerê di navbera kurdan û şerê hêzên hegemonîk ên li hemberî kurdan û hewldanên ji bo tasfiyekirina kurdan tecrîd e. Gelê me dibêje, têkoşîn girêdayî şikandina tecrîdê ye û divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê berdan."    Aydenîz bilêv kir ku kampanyayên wan ji bo demeke dûr û dirêj in û got: "Ev xebat bes dê li Kurdistanê neyên kirin. Em ê li bajarên Tirkiyeyê jî bikin. Heya encamek rû bide dê ev hevdîtinên me bidomin."    MA / Ergîn Çaglar