Namzetên Hevserokên HDP’ê diyar bûn 2018-02-08 13:32:49 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, namzetên Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku di Komîsyona Mutabakatê ya Kongreyê de diyar bûn, ji raya giştî re eşkere kir. Kemalbay, diyar kir ku Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê di kongreyê de weke hevserokên giştî bên hilbijartin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, li navenda giştî ya partiya xwe dervarê pêşketinên dawî û namzetên hevserokên giştî yên HDP’ê de civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, parlementer Muslum Dogan û Meral Daniş Beştaş beşdarî civînê bûn.    Kemalbay, di civînê axivî û wiha got: “Amadekariyên 3’yemîn Kongreya me ya Mezin a di 11’ê Sibatê de bê lidarxistin ber bi dawî ve diçin. Li dijî HDP’ê êrîşên dijwar hene. Dinava hefteyekê de ji ber parvekirinên medyaya civakî nêzî 50 hevalên me binçavkirin û gelek ji wan jî girtin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven girtin. Hevserokê DBP’Ê Mehmet  Arslan binçav kirin. HDP partiya gelane. Em ê bi gelê xwe re van êrîşan rawestînin. HDP dengê hemû kesane. Dê ev têkoşîna me ya biryardarî bidome.”      ‘ENCU WEKÎLÊ GELANE’   Kemalbay, anî ziman ku wekîltiya parlamentere Roboskê betal kirin û wiha got: “Ferhet Encu wekîlê gelane. Qet nikarin wekîltiya wî ji holê rakin. Ji ber ku Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Eren Keskîn aştiyê dixwaze rastî êrîşan tên. Dibêjin beg rehetsiz dike. Dibêje nefes amin li ser patika we ye. Lê yên ku tim li ber xwe didin û têdikoşin qezenc dikin. Emê qezenc bikin.”    NAMZET BULDAN Û TEMELLÎ NE   Kemalbay, da zanîn ku wan li ser lîsteya navên namzetên hevserokên giştî û meclîsa partiye xebitîne û wiha bilêv kir: “Namzetên Hevserokên Giştî yên HDP’ê di Komîsyona Mutabakatê ya Kongreyê de diyar bûn. Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê di kongreyê de weke hevserokên giştî bên hilbijartin. Kemalbay, ji bo tevlîbûna kongreyê jî ev tişt gotin: “Emê kongreyek bi hêz li dar bixin. Dê gelek kesên biyanî ji welatên cûda beşdarî kongreyê bibin.    Serpîl Kemalbay, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li hemû kesê dikin ku beşdarî kongreyê bibin. Em silavên xwe li hemû kesên ku bedel dane, dikin. Em ê kongreyekê layîqî wan pêk bînin.”