Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî 2018-02-08 09:19:05 ENQERE – Wekîlê HDP’ê Garo Paylan ê bi Serokomarê Fransayê Macron re hevdîtin pêk anî, behsa êrîşên li ser Efrînê kir û got: “Li dijî wargeha jiyînê ya gelê Efrînê êrîş pêk tên. Dê HDP di kongreya mezin de ji zimanê mexdûriyetê bireve û pêngavek mezin dest pê bike. Me got nebin şîrîkê vî sûcî.”   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan amadekariyên kongreya HDP’ê û êrîşên li ser Efrînê nirxand.    ‘PÊDIVÎ BI PÊNGAVEK NÛ HEYE’    Paylan êrîşên li dijî HDP’ê bi bîr xist û got: “Li dijî HDP’ê beriya 7’e Hezîranê êrîşan dest pê kir. Ji 7’ê Hezarînê şûn ve em bi êrîşan re rû bi rû mane. Ev du sal û nîve em her dem di parastinê de bûn. Lê lazim e êdî em zimanê mexdûriyetê deynin aliyekî. Çimkî wîjdanê civakan tê ziwakirin. Ji bo bi bindestan re empati neyê danîn her roj medya weşanê dike. Hemin wiha ye divê zimanê mexdûriyetê deynin aliyekî. Elbet divê neheqî û dijhiqûqî deynin holê û êdî di siyasetê de pêdivî bi pêngavek nû heye.”    ‘WÎJDAN, EDALET Û EHLAQÊ DESTHILATDARIYÊ NÎNE’    Peylan wiha dewam kir: “Divê em bidin nîşandan ku me vê rejîma yek zilamî heq nekiriye. Divê em bernameya HDP’ê ji nû ve bi bîra xwe bixin. Heke ku em pêngavek nû dest pê nekin, dê faşîzm kûrtir bibe. Di vî warî de rol û mîsyonek dîrokî dikeve ser milê HDP’ê û me. Divê em vê pêngavê pêk bînin û gelên Tirkiyeyê beşdarî nava refên HDP’ê bikin. Ez bang li tevahiya gelan dikim ku beşdarî kongreya me ya 11’ê Sibatê bibin û em mil bidin milê hev û siyaseteke me heq kiriye bi rê ve bibin. Her çi qas piştî 7’ê Hezîranê em bi trajediyê re rû bi rû ne jî lê dê têkoşîn pêl bi pêl di nav civakê de belav bibe. Her dem em bi wîjdan dixebitin, lê wîjdan, edalet û ehlaqê desthilatdariyê tune ye.    ‘EFRÎN WARGEHA HEVPAR A GELAN E’    Paylan êrîşên li ser Efrînê jî wiha nirxand: “Efrîn wargeha jiyanê ye. Ev wargeha jiyanê 7 sal e ji şerê li Sûriyeyê didome dûr e. Vê wargeha jiyanê, hemû gelên xwe û malên xwe li dijî wan rêxistinên tarî parast.  Li wir oldar, bawermend, bêbawer, gelê kurd, ereb, ermenî û hemû beşên civakê hene. Lê binêrin ermenî li wir hene. Her çi qas hejmara wan diyar be jî lê hêj hene. Hemû gelan jiyana bi hev re bi ser xist.”   ‘TEKPARÊZÎ ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ DIKE’    Paylan da zanîn ku “feraseta tekparêz” êrîş dibe ser Efrînê û wiha axivî: “Yên êrîşî Efrînê dikin tekperest in. Nasnameyek tekparêz û cîhadî êrîşî wir dikin. Serokê Meclîsê jî viya wiha rave kir. Li dijî azadî û wekheviya jinê êrîş pêk tên. Ez bi bawerim dê ew wargeha jiyanê bê parastin. Divê tevahiya mirovahiyê bi ruhek enternasyonalîst xwedî li wekhevî û azadiya gelan bê derketin. Lazim her kes li cem gelê Efrînê be. Çimkî Efrîn mafdar e, malên xwe diparêzin û li dijî jiyana wan êrîş hene. Em bang li her kesî dikin û dibêjin nebin şîrîkê vî şerî. ”    HEVDÎTINA LI GEL MACRON   Paylan behsa hevdîtina xwe ya hefteya derbasbûyî ya li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî kir û ev tişt got: “Ez difikirim ku hevdîtina min a li gel Macron û koma wî bi bandor bû. Herî kêm firsata min a çi li wir diqewime min vegot. Min got ku ew êrîş li wir bi ser bikevin dê li ser sînorê Tirkiyeyê Peşaver pêk bê û dê civaka Tirkiyeyê bi vê rêxistinê re hemhal bibe û dîl bê girtin. Dema ev yek bibe, dê li sînorê Ewropayê rêxistina cîhadî bibe û ji bo cîhanê bibe tehdîtek. Ne li ser peymana demkurt a çend balafiran, divê mirov bi bingeha şoreşa Fransayê û li ser nirxên azadî û wekheviyê lê binêre. Em van nirxan ji bîr nekin. Ne li ser pragmatîzm, nirxên em li piya bigirin hene. Me van tiştan rave kir û me dît ku bi bandor bû. Divê hin bêtir rolê bigirin ser milê xwe. Divê hem bi aliyê dewletan û bi aliyê partiyên siyasî jî em destekê bidin.”    MA / Kenan Kirkaya