Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e 2018-02-08 09:15:48 STENBOL - Nivîskar Omer Agin, got piştî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan radestî Tirkiyeyêê hat kirin, îro jî bi operasyona Efrînê li hemberî kurdan û paradîgmaya netewa demokratîk komploya duyemîn pêk hatiye.  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 20'an de didomin. Nivîskar Omer Agin mijar nirxand û got îro kurd bi paradîgma û rêbazeke ku dikare bandorê li Rojhilata Navîn heta cîhanê bike tev digerin û ev paradîgma pergala kapîtalîst û emperyalîst û dagirkirinê red dike û li şûna wê fikrekî aboriyî ya alternatîf bi cih dike. Agin bi lêv kir ku lê belê ev pergala ku di jiyanê de beramberiyeke wê çê dibe hemû hêzên emperyal û global diqilqilîne û ji bo êrîşên li ser Efrînê jî ev tişt gotin: "Kurd li Rojhlata Navîn û li erdnîgariya xwe piştevaniya navbera gelan pêş xistin. feraseteke ku wek neteweya demokratîk tê pênasekirin û xwe naspirê netewe û civakekê tenê pêş xistin. Ev rewş hêzên serdest qilqiland. Em dikarin bêjin ku ev komploya êrîşkar jî beriya her tiştî ji ber vê ye."    ‘EFRÎN KOMPLOYA DUYEMÎN E'    Agin destnîşan kir ku avakarê vê paradîgamyê jî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan e û ev tişt got: "Komploya ewil li pêşengê tevgera kurd Abdûllah Ocalan, ku hemû dewletên cîhanê li ser wî li hev kirin û wî zevt kirin hat kirin. Îro jî bi operasyona Efrînê li hemberî kurdan û paradîgmaya netewa demokratîk komploya duyemîn pêk tê." Agin got divê sedema çewisandin û şideta ku li Rojhilata Navîn li hemberî kurdan pêk tê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Agin got hêzên global naxwazin statuya li Rojhilata Navîn biguhere û bişikê. Agin diyar kir ku lê belê kurd hewl didin ku Rojhilata Navîn demokratîk bikin û jixwe îro navenda şoreşa cîhanê ber bi Rojhilata Navîn ve hatiye û ji ber vê divê hemû gel û saziyên demokratîk li dor mertala demokratîk a kurdan bigihên hev û wiha got: "Heke ji Ewropa û gelek deverên cîhanê mirov berê xwe didin Rojava û tevî kurdan têdikoşin, ji ber vê yekê ye."    'TÊKOŞÎNA KURDAN TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ YE'    Agin, destnîşan kir ku ji ber vê yekê li Efrînê û Rojvayê têkçûyîna kurdan tê wateya têkçûyîna gelên cîhanê û ev tişt gotin: "Heke li Rojhilata Navîn kurd bişikên wê demokrasî, berxwdana demokratîk, sekna derûnî û daxwazên demokratîk jî bi paş ve biçin. Ji ber vê berxwedana kurdan, daxwazên wan ên demokratîk tenê ne ji bo gelê kurd e. Têkoşîna ku kurd bi rê ve dibin têkoşîna hemû gelên Rojhilata Navîn heta demokratîkbûyîna dewletan e. Dema ev yek bişikê, wê ne mumkun be ku demokrasî bê Rojhulata Navîn. Û wê ev yek berî her tiştî bi kêrî welatên emperyal bê."    OSO'YÊ ŞIBAND ANZAKAN    Her wiha Agin balê kişand ser OSO ku Tirkiye di êrîşên li dijî Efrînê de wê bi kar tîne û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan wê şiband "Kuvay-i Milliye"yê û wiha got: "Rêxistinên wek OSO'yê, rêxistiên heydûtî ne. Ev di her serdemê de ji bo xespkirina maf û huqûqên hi kesn din derketne holê an jî tên afirandin. Agin OSO'yê şiband Anzakên ku îngilîz ew anîn Çanakkaleyê dan şerkirin.    MA / Bilal Seçkin