Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin 2021-07-15 09:08:53   ÎDIR- Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î, anî ziman ku bi êrîşên li ser partiya wan, derdoreke ku heya niha raya xwe nedane HDP'ê wisa difikirin ku divê heya dawiyê piştgiriya HDP'ê bê kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), "Kampanyaya Parastinê" di 8'ê Tîrmehê de li Îzmîrê da. Paşê di çarçoveya vê kampanyayê de li Dîlok û Rihayê mîtîng hatin lidarxistin. Mîtîng û hevdîtinên HDP'ê yên di vî warî de li seranserê Tirkiyeyê didomin. Her wiha xebatên ku di 9'ê Tîrmehê de li Herêma Serhedê dest pê kirin, heya niha li Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê û navçe û gundên wan didomin.    Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya Berpirsiyara Komîsyona Gelan û Baweriyan û Parlementera Edeneyê Tulay hatîmogûllari, rewşa welêt, êrîşên li ser partiya wan û xebatên partiyê nirxandin.    ÊRÎŞÊN LI SER HDP'Ê    Hatîmogûllari, îşaret bi êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kir û destnîşan kir ku vê êrîşê wekî êrîşeke bes li hemberî HDP'ê hatiye kirin nanirxînin, wekî êrîşeke li tevahiya muxalefetê hatibe kirin qebûl dikin. Hatîmogûllari got: "Li Tirkiyeyê pergaleke faşîst tê avakirin. Kî li hemberî vê pergalê be, îqtidar hewil dide wan bieciqîne û muxalefeta civakî qels bike."    Hatîmogûllari, bilêv kir ku AKP û alîgirên wê her diçe qels dibin û raya giştî hay ji vê heye û got: "Civak êdî dixwaze pêşî li ber vê bêedaletî û bêwijdaniya wan bigire. Haya wan jî ji vê heye. Lewma êrîşên li hemberî me zêde kirine."    ‘HDP, FIKIRA RIZGARIYÊ YE'    Hatîmogûllari, destnîşan kir ku tu pergaleke ku daxwazên HDP'ê û xeta wê ya siyasî ji nedîtî ve bê, dê şensê wan ê mayînê tune be û got: "Em dixwazin di vî du mehî de li hemberî doza girtinê bersiveke xurt bidin. Bi rastî jî HDP, ne partiyeke tabelayê ye. HDP, fikrek e û xwedî paradîgmayeke pir xurt e. Paradîgmaya HDP'ê, derdorên çepgir, sosyalîst, derdorên xwezahez û tevgera jinê li dor têkoşîneke hevpar birêxistin dike. Hêleke wê ev e. Hêla wê ya din jî têkoşîna wê ya ji bo azadiya gelê kurd e. Em di pêvajoyên dijwar re derbas bûne û hatine roja îro. Lewma em xwedî azmûneke pir mezin in."    Hatîmogûllari, destnîşan kir ku rizgariya civaka Tirkiyeyê û rizgariya HDP'ê bi hev ve girêdayiye û lewma di çarçoveyeke aştiyane û demokratîk de çareserkirina pirsgirêka kurdî ji bo wan pir girîng e. Hatimogülları got: "Em partiyek wisa ne ku pirsgirêka welatiyên li herêmên din ên welêt û pirsgirêka welatiyên li Kurdistanê aşkere dikin. Li welêt xizanî û birçîbûneke mezin heye. Niha kesên raya xwe didin HDP'ê jî û yên nadin HDP'ê jî birçî ne. Îqtidar li qesrê di nav luksê de ye, heyînên welêt pêşkêşî mafyayan, bazirganên kokaînê û alîgirên xwe dike, lê girseyeke mezin jî di nav birçîbûnê de diperpite. Em HDP, îşaret bi çareserkirina hemû pirsgirêkan dikin."    Hatîmogûllari, destnîşan kir ku dê li çar aliyên welêt bigerin û pirsgirêkan aşkere bikin. Hatîmogûllari, bilêv kir ku li hemû deverên ku diçinê guh li pirsgirêkên welatiyan dikin û got: "Em ê li hemû deverên Tirkiyeyê bigerin."    PIŞTGIRIYA JI BO HDP'Ê    Hatîmogûllari, diyar kir ku di serdanan de welatî moralê wan pir xweş dikin û di hemû serdanan de dibînin ku li gel hemû zext û zoriyan jî esnaf û welatî xwedî li HDP'ê derdikevin. Hatîmogûllari, her ku AKP partiya wan dike hedef, partiya wan bêtir xurt dibe û bal kişand ser hêrsa gel a li hemberî îqtidara AKP'ê. Hatîmogûllari got: "Kesên ku heya niha raya xwe nedane HDP'ê jî hay ji vê mexdûriyetê hene û wisa difikirin ku heya dawiyê piştgiriya HDP'ê bê kirin. Ji ber vê xwedîderketina gel, ev zext bandorê li me nakin. Heger HDP bê girtin jî, dê ev biryar tenê biryareke li ser kaxezê be."