Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike 2021-07-08 11:17:21   AMED - Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, derbarê serdana Erdogan a Amedê ev tişt got: "Li şûna ku li Amedê bê ber avahiya me Erdogan biçe serdana Malbata Şenyaşar wê ji bo hiqûq û edaletê bêtir biwate be."   Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, wê roja înê bê serdana Amedê û tevlî merasîmên hin vekirinan bibe. Li bêndê ye ku Erdogan serdana malbatên bi angaşta "zarokê wan derxistine serê çiya" li ber avahiya HDP'ê ya Amedê çalakî li dar dixin jî bike. Beriya hatina Erdogan a bajar, qeyûmên ku li ser şaredariyên desteserkirî yên Amedê ne dest bi "xebatên" pêşwazîkirina Erdogan kirin. Bi taybetî jî li navçeya Sûrê kavilên li derdorê hatine rakirin û bi rengekî ku xesar bigihîje avahiyên dîrokê sererastkirinên hawirdorê hatine kirin.    Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, derbarê serdana Erdogan de axivî.    'BILA CIHÊ XWE RÛNIN'   Ceylan bi bîr xist ku beriya Erdogan gelek parlamenterê û wezîraên AKP'î jî serdana malbatên li ber avahiya wan kirine û wiha got: "Piştî vekirina doza girtina partiye me serdana Erdogan ne ji xêrê re ye. Piştî vekirina doza girtina partiya me gelek derdor hatin Amedê. AKP'î jî hatin. Niha jî hatina Serokkomar Erdogan siyaseta "Ji rojeva girtina HDP'ê em dikarin çiqas sûd werbigirin" e. Bila li cihê xwe rûnin, gelê kurd û hilbijêrên ku deng didin HDP'ê ne wisa ji rêzê ne ku qîbleya xwe bigherînin. Wê xeyalên wan di qirika wan de bimînin."   'WÊ SERDANA WAN XELAS NEKE'   Di berdewamê de Ceylan, destnîşan kir ku siyaseta ku hêza desthilatê têde bê bikaranîn û serî li ê û rêbazên ne meşrû bê dayÎn ne siyaset e û ev tiş anîn ziman: "Îro li dijî HDP, kurd û muxalefetê siyaseteke zordarî tê meşandin. Heke desthilatek meşrûyeta xwe winda bike serî li zorê dide. AKP jî îro vê dike. Bikaranîna zorê ji bo li ser piya mayîna wan e. Hatina Erdogan a ber avahiya me rewşa ku AKP û MHP ketinê nîşan dide. Bila qisûrê nenêrin wê ev jî wan xelas neke. Wê hê bêtir mehkûmê têkçûnê bibin."   MALBATA ŞENYAŞAR   Ceylan, bi lêv kir ku tu hêviya civakê ji desthilata AKP'ê nemaye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Li Amedê dayikên ku xizmên xwe winda kirine li ber avahiyên AKP'ê bi erdê ve hatine kaşkirin û binçavkirin. Me dît ku çawa nahêlin 3 kes li ber avahiya wan li hev bicivin. Tiştên ku hatin serê Malbata Şenyaşar li ber çavê raya giştî bûn. Di rastiyê de cihê ku divê Erdogan bibîne rewşa Malbata Şenyaşar e. Rewşa Malbata Şenyaşar, asta ku hiqûq hatiyê û bi erdê ve kişandina wijdan radixe ber çavan. Ji ber vê li şûna ku li Amedê bê ber avahiya me Erdogan biçe serdana Malbata Şenyaşar wê ji bo hiqûq û edaletê bêtir biwate be."