‘Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala nû ye' 2018-02-05 09:36:26 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşa li ser Efrînê û wiha got: "Êrîşa li dijî Efrîn û Rojava li dijî pergala jiyana nû ye. Ev êrîş îro bi destê AKP'ê pêk tê."  Êrîşa TSK'ê ya li dijî gelê Efrînê di roja 17'an de berdewam dike. Der barê polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê ya li ser Efrînê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Arslan, nirxandinên girîng ji Ajansa Mezopotamya re kirin.    Aslan, anî ziman ku êrîşa TSK'ê ya bi fermana îtîfaqa AKP-MHP'ê pêk hat, nikarin tenê bi AKP û Tirkiye sînor bikin û wiha got: "Ev wekî ku mirov hewldanên dagirkeriya Efrînê tenê wekî perçeyekî komkujiyên sivîlan bide nîşan. Sedema herî mezin a êrişa li dijî Efrînê sedema ku kurdan li Rojhilata Navîn dibin vîn û hêz e. Kurd êdî xwedî hêz in ku li Rojhilata Navîn hêza jiyanek nû ava bikin e. Dikarin li dijî krîza heyî jiyanek alternatif ava bikin. Îro di vê dagirkeriyê de DYA û Rûsya jî heye. Lê taşeroniya vî karî Tirkiye dike. Bê guman AKP vê dagirkeriyê rewa dike. Tirkiye her çend bêje ez li dijî gefa ku sînrê min dixe talûkê şer dikim jî em û cemawerî tev dizane ku ev ne wisa ye. Hemû alem dizane ku heta niha ji Efrinê û Rojava li dijî Tirkiye tu êrîş pêk nehatine. Dijberî vê yekê Kurd li Rojnihata Navîn her dem bûne alternatifa çareseriya jiyanek nû. Bûne çavkaniya jiyana nû. Yên vê pergalê û jiyanê naxwazin êrîşî Efrînê û Rojava dikin. Wekî AKP jî dibêje li wir ji Artêşa bi nîzam wêdetir şervanên ku ji nava gel derketine û bûne perçeyê gel heye. Hêza ku dikare xwe bi xwe biparêze heye. Dema em li vê operasyonê û kesên jiyana xwe ji dest didin dinerim em dibînin di navde kal, pîr û zarok hene."    'MUDAXALEYA LI DIJÎ PERGALA KURDAN E'    Arslan, anî ziman ku dagirkeriya Efrînê di heman demê de êrîşa li dijî avakirina pergala kurdan e û wiha got: "Ev yek bi destê AKP'ê tê meşandin. Lê di rastiyê de,  dewletên kapitalist emperyalist li dijî modela jiyana ku kurd pêş dixin vê êrîşê pêk tînin. Ji ber ku dewleta Rejîma Baas êdî nikare xwe li ser piyan bihêle. Nikare bibe bersîva pergala kapîtalîst. Dîsa Irak bi heman rengî. Li welatên Ereb çalaki pêk hatin. Li Misir û Libya şoreş pêk hatin. Lê dewletên kapitalist ev şoreş di nava xwe de vetisandin. Li Rojava rewş çuda pêş ket. Gelan xwe bi xwe bi rêve bir. Xwe bi xwe pergala xwe ava kirin. Hêza xwe ji hêza gelan digire. Jiber  vê yekê ev perala kurd ava dikin bu hedefa hemû dewletên kapitalist."    LI DIJÎ KURDÊN KU DIXWAZIN XWE BI RÊVE BIBIN E   Aslan, anî ziman ku AKP ji bo xwe rizgar bike û hebûna xwe biparêze, li dijî Efrinê êrîş daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Ji bo AKP hebûna xwe xelas bike xistin nava vî şerî. Xwestin kurdan û tirkan bi hev bidin şer kirin. Xwestin hêza wan bişkînin û wan bi hev bidin şikandin û wan bi hêsani bixin bin venêrtina xwe. Em vê dagirkeriyê li dijî vîna kurdan a dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe digirin dest. Ev ne şerê gelan e. Ev şerê navbera gelan û pergala kapîtalîst e. Îktîdara qirêj ji bo îktîdara xwe biparêze vi şerî pêş dixe. Ji ber vê yekê yên aştiyê dixwazin jî wisa êrîşî wan dikin. Ev şer ne şerê gelê Tirkiye ye. Gelê Tirkiye li dijî vî şerî ye. AKP bi zorê dixwaze wan li pişt şer bide xuyakirin. Yên li dijî şerê Efrînê derdikevin jî dengê wan qut dikin."   Aslan xwest hemû kesên ku naxwazin paşeroja xwe teslîmî biyaniyan bikin û naxwazin şerê nava gelan pêş bikeve bi hevre li Efrinê xwedî derkevin. Arslan, destnişan kir ku DYA û Rûsya ji ber ku ji sala 2011'an heta niha kurd her dem di şer de serkeftî ne ji vê yekê bêzar in.   Aslan, anî ziman ku gelê Efrînê ne bi tenê ye û wiha bi dawî kir: "Dixwazin kurdan mecbûrî pergalê bikin. Lê gelê Efrinê ne bi tenê ye. Gelê kurd êrîşên li dijî Efrînê qebûl nakin. Îro gelê li Tirkiye li dijî êrişa li ser Efrînê pir bi hêrs in. Lê ji ber ku hemû hêza polîs, leşker û darazê di destê AKP'e de ye nikarin li kolanan dengê xwe bînin ziman. Divê baş bê zanîn hemû mirovên li Kurdistanê û cîhanê dilê wan ji bo gelê Efrînê hildibe. Êrîşa li dijî Efrînê qebû nakin. Em piştgiriya xwe didin wan û dibêjin gelê me yê Efrînê ne bi tenê ye."    MA / Kenan Kirkaya