Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir 2021-05-15 09:44:25   ENQERE – Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû, ji Serokkomar Erdogan re ku wî bi “xayîntiyê” sûcdar kiribû qaqibo kir û ev tişt got: “Ji bo evd jî tiştên ku Xwedê şahidiya wan kiriye bizanibin, ez amade me di qenala ku tu bixwazî de her tiştî biaxivim.”   Rojnameya Abdulkadîr Selvî, duh di weşana televîzyonekê de qala axaftineke xwe ya bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re kir. Selvî, da zanîn ku Erdogan ji Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re gotiye, ‘xayîn’.    Piştî parvekirina vê agahiyê ya Selvî, Davûtoglû li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî mijarê daxuyanî da û ji Erdogan re qaqibo kir. Parvekirina Davûtoglû wiha ye: “Birêz Erdogan bi ser rojnamegerekî de me bi hilweşandina Mescîd-î Aksaya di nav me de sûcdar kir. Birêz Erdogan, bi salan em rû bi rû axivîn, pêwîstî bi navbeynkaran tuneye. Ji bo evd jî tiştên ku Xwedê şahidiya wan kiriye bizanibin, ez amade me di qenala ku tu bixwazî de her tiştî biaxivim.”