Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin 2021-05-06 14:20:47   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, sedema sewqî nexweşxaneyê nekirina penaberên îranî yên li Navenda Paşve Şandina Aydinê tên girtin, ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirs kir.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, derbarê penaberên îranî yên li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê bi DAIŞ’iyan re di heman cihî de tên girtin, şert û mercên her roj li navendê giran dibin de, pêşniyazpirseke nivîskî da Meclîsê. Gulum, sedema sewqî nexweşxaneyê nekirina penaberên îranî yên li navendê tên girtin, ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirs kir. Gulum, di pêşniyazpirsa xwe de, ev nirxandin kir: “Esmaeîl Fattahî, Leîlî Farajî, Zeinab Sahafi û Pourakbari Kermanî  bi hinceta ku tevlî çalakiyên ‘Peymana Stenbolê’ bûn di 5’ê Nîsanê de hatin binçavkirin û di 6’ê Nîsanê de jî derbarê wan de biryara der sînorkirinê hat dayîn. Di dema binçavkirin de, her 4 welatiyên Îranê rastî îşkenceyê hatin.”   Gulum, da zanîn ku her roja diçe şert û mercên penaber tê de dijîn giran dibin û dest nîşan kir ku ji bo nexweşxaneyê sewqî wan nayê kirin.   Gulum, derbarê mijdarê de ev pirs ji Oktay kirin:    “* 4 penaberên Îranî di şert û mercên giran de tên girtin. Gelo çima penaber sewqî nexweşxaneyê nayin  kirin?    * Raste ku penaberên îranî Esmaeîl Fattahî û Mohammad Poukrakbarî Kermanî, bi DAIŞ’iyan re di heman qawîşê de tên girtin?    * Biryara der sînorkirina penaberan gelo hiqûqiye yan na?    * Li gorî Madeya 61’emîn a Peymana Stenbolê, qedexeye ku penaber paşve bên şandin. Gelo biryara paşve şandina penaberan ne li dijî hiqûq û qanûnê ye?”