Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin 2018-01-30 16:41:49 AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di konferansa jinan a Rêveberên Herêmî de, diyar kir ku Tirkiye ji ber êrîşa li ser Efrinê de di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de bê darizandin. Hevseroka  Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku girtî tê darizandin jî peyam şand û diyar kir ku Efrîn ne tenê Efrîn e û wiha got: "Îro dilê gelê me li her dera cîhanê ji bo Efrînê hildibe. Her der îro Efrîn e." Cîgira hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir jî diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîda li ser Îmraliyê dest pê kiriye.   Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li avahiya HDP'êya Amedê dest pê kir. Li salona civînê "Em ji bo Axa xwe, Rêberê xwe û Azadiya xwe têdikoşin", "Em dê bi pergala Hevserokatiyê jiyana azad ava bikin" vekirin. Dîsa wêneyên Hevşaredarên DBP'î û parlamenterên HDP'î yên jin ên girtî li salonê daliqandin.  Di civînê de Cîgira hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir, Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek hevşaredarên DBP’ê yên jin û nûnerên saziyên demokratîk amade bûn.    'ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ BI TECRÎDÊ LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR'    Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Cîgira Hevserokên DBP'ê Hacer Ozdemir, axivî û bal kişand ser girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag. Ozdemîr, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî 8 rojin di bin çavan de ye. Ozdemîr, operasyona li dijî TTB’ê jî bibîr xist û wiha got: "Kesên aştiyê dixwazin dibin hedefa AKP'ê. Ozdemîr xwest her kes li dijî faşizmê bêtir dengê hevpar bilind bike. "    Ozdemir, destnîşan kir ku îktîdar û hikûmet ewil jinan dike hedef û wiha berdewam kir: "Îro pergala faşizmê ewil pergala bi rêxistin û xwedî vîn dike hedef. Dîsa ji bo îktîdara xwe biparêze jin kirine hedef. Jina kurd di cîhanê de bû xwedî hêz û bû pêşeng. Lê faşizmê ev yek dît û niha dixwaze pêşiya wê bigire. Dixwaze jinan li her derê û hemû beşên Kurdistanê bê nefes bihêle. Niha Efrîn di bin êrîşê de ye. Hikûmetê li dijî Efrînê dest bi êrîşê kiriye. Vê êrîşê li Îmraliyê bi tecridali ser Birêz Ocalan dest pê kir. Hikûmeta AKP'ê êdî nikare bê OHAL'ê xwe bi rêve bibe. Dixwazin OHAL'ê mayinde bikin. Beriya OHAL'ê tecrîd li Îmraliyê giran kirin. Piştre OHAL îlan kirin û piştre êrîşa li ser vîna jinê zêde kirin. Piştre êrîşên li ser HDP'ê zêde kirin. Kerkuk dagir kirin û niha berê xwe dan Efrinê. Niha li çar perçeyan êrîşî kurdan dikin."    Ozdemir, da zanîn ku êrîşên li ser Rojava di heman demê de li ser pergalê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pêşengiya jinan de DAIŞ tar û mar bû. Pergala militarizmê ya mêr hat pûçkirin. Ji ber vê yekê niha êrîşî Efrînê kirin. Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li ser heviya gelan e.    TUNCEL: DILÊ GELAN LI EFRÎNÊ DAVÊJE   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar yek a Kandira girtî ye jî peyam şand. Tuncel, diyar kir ku ew bawer dike ku Konferan dê gelek xurt derbas bibe û wiha got: “Gelek wekîl, hevşaredar û rêveberên me yên diviya bû îro beşdarî konferansê bibin, ji ber komkujiya siyasî îro nikaren tev li konferansê bibin. Efrîn ne tenê Efrîn e. Tirkiye neheq û bê hiqûq li dijî nirxên gelê Kurdistanê kir. Êrîşa li ser Efrinê mijara sereke ya vê konferansê ye. Em wekî hevalên li hundir êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin û dixwazin bi lez bi dawi bibe. Piştevaniya li dijî Efrinê hûn çiqas mezin bikin hûn dê bêtir têkoşîna gelê Efrînê ya azadiyê xurt bikin. Ji bo hûn piştevaniya Jinên Efrînî xurt bikin qîmeta têkoşînê bêtir bi wate dibe. Îro Efrîn ne tenê Efrîn e. Îro Gelê Kurdistanê li kîder cîhanê dijîn bila bijîn dilê hemû kurdan ji bo Efrînê hildibe. Êrîşa li ser Efrînê li dijî hemû destkeftiyên kurdan in. Dijberiya vê yekê dijberiya şer e. Ev berpirsiyariyek dîrokî û wîcdanî ye."   ‘DIJBERIYA ŞER WÊREKÎ YE'    Tuncel, ani ziman ku berxwedana li Kobanê dest pê kir, bû meşa azadiyê. Niha ev têkoşîna meşa azadiyê li Efrînê berdewam dike. Dijberiya şerê li Efrînê dijberiya şer e. Dijberiya şer wêrekiyê dixwaze. Em hemû kesên vê wêrekiyê nişan didin silav dikin."    KEMALBAY: ŞERÊ LI DIJÎ EFRÎNÊ LI DIJÎ GELAN E   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî di konferansê de diyar kir ku Tirkiye ji ber êrîşa li ser Efrinê de di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de bê darizandin. Kemalbay, operasyonên li dijî rêveberên TTB'ê jî şermezar kir û wiha got: "Tevî hemû hewldanên faşizanê yên aştiyê dixwazin gavan paşve navêjin. Ev der ya me ye. Welatê me ye. Em dê heta dawî dengê xwe bilind bikin. Îro Erdogan ji bo îktîdara xwe tenê tabutan dide malbatan. Li ser şer îktîdara xwe diparêze. Jin li dijî vê yekê derdikevin û dê li dijî vê yekê derkevin. Yên li Cizîr, Sûr û Sîlopşa faşizm kirin rêxistin û sazî, îro dixwazin vê yekê li Efrinê jî berdewam bikin. Li Efrinê pergala demokratîk serdest e. Ev êrîş li dijî pergala demokratîk e. Ev şerê li dijî gelan e.    HEDEF JIN IN   Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku êrîş ewil li dijî jinan pêk tê û wiha got: "Îktîdar bi xistina jinê dixwaze civakê bi dest bixe. Çawa jinên tên girtin li girtîgehan di ber xwe didin em jî dê li derve di ber xwe bidin. Berteka li dijî Faşizmê heqê herî rewa ye. Polîtîkayên AKP’ê yên li dijî dijberên xwe ji ber feraseta wê ye. Bijîşkên di serdema 12'ê Îlonê de rastî êrîşa faşîzmê hatin îro rastî êrîşa AKP'ê tên.    Jin dê mizgîniya serkeftina Efrînê li hemû cihanê belav bikin. AKP bi vê êrîş û faşizmê dixwaze li dijî kurdan eniyekê ava bike. Dixwaze bi vê yekê hebûna xwe mayinde bike. Lê kesên dibêjin ez mirovim divê li her derê li dijî şer û kuştinê derkevin."    Piştî axaftinê konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.