'Çareserî ne operasyon, diyalog e' 2021-05-05 09:01:03 ÎZMÎR - Siyasetmedaran destnîşan kirin ku dê operasyonên TSK'ê yên li Metîna, Avaşîn û Zapê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi kêr neyên û gotin: "Çareserî, pêşvebirina diyalogeke demokratîk û hevdîtina bi muxatabên pirsgirêkê re ye."  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), di 23'yê Nîsanê de li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê yên girêdayî Herêma Kurdistana Federê operasyonên eskerî dabûn destpêkirin. Operasyonên TSK'ê didomin. PIştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û Serokê DYA'yê Joe Bîden bi telefonê bi hev re axivîbûn operasyon dest pê kiribû û bêdengiya rêvebiriya Kurdistana Federe jî diyar dike ku operasyona navbirî operasyoneke pirkonseptî ye.    PIRKONSEPTΠ   Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hacay Yilmaz, destnîşan kir ku operasyona navbirî li dijî destkeftiyên gelê kurd e û armanca wê înkarkirina kurdan e. Yilmaz, bilêv kir ku piştî DYA'yê daxuyaniya xwe ya derbarê qirkirina ermeniyan daxuyand û Erdogan û Bîden bi telefonê bi hev re axivîn operasyon dest pê kiriye, lewma operasyon bi îcazeta DYA'yê hatiye kirin. Yilmaz, destnîşan kir ku operasyona navbirî operasyoneke pirkonseptî ye û got: "Bêyî destûra hêzên navdwletî operasyoneke wisa dorfireh nayê kirin. Nexasim jî bêyî vê destûrê dê Tirkiye nikaribûna qada hewayî ya Iraqê binpê bikira."    BÊDENGIYA PDK'Ê    Yilmaz, bal kişand ser bêdengiya PDK'ê ya derbarê operasyonê de jî û got: "Em dibînin ku dem bi dem PDK hema bibêje îxanetê li kurdan dike. Di vê operasyonê de jî xwe li bêdengiyê daniye û mirov dikare bibêje îxanetê li gelê xwe dike."    ‘NE ÇARE YE'    Yilmaz ku got "Bi salan e operasyonên dersînorî tên kirin. Ev ceribandinên dîrokî jî nîşan dane ku operasyon ne çareserî ne" got: "Divê bê dîtin dê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi şer û operasyonan neyê tunekirin. A divê bê kirin; êdî divê gelê kurd neyê înakrkirin û lêgerînee çareseriyê ya demokratîk e. Îro tişta divê bê kirin ne operasyon e, parastina aştiyê ye."    ‘AKP'Ê JI BO XWE KIR'    Hevserokê HDP'a Îzmîrê Kadîr Badûr jî destnîşan kir ku her ku AKP li hundir ditengije, êrîşê dibe ser kurdan. Badûr, anî ziman ku operasyon li dijî destkeftiyên kurdan e û li dijî kesên li ber pêkanînên antî-demokratîk, betalî û xizaniyê radibin. Badûr got: "AKP, ji bo alîgirên xwe yên muhafizekar û netewperest mobîlîze bike operasyonê dike."    Badûr, destnîşan kir ku operasyon ne çare ye ûg ot: "Dîrok nîşan dide ku şer û tahde ne çare ye. Çareserî, pêşvebirina diyalogeke demokratîk û hevdîtina bi muxatabên pirsgirêkê re ye."