HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir 2018-01-29 15:08:55   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, têkeildarî êrîşa li ser Efrînê ya TSK û OSO  ji Serokwezîr  Bînalî Yildirim pirsî.    Parlamemtera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Meral Daniş Beştaş, têkildarî operasyona TSK-OSO ya li ser Efrînê 10 rojin berdewam dike ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirs pirsîn.  Beştaş, diyar kir ku Arteşa Sûriye ya Azad (OSO) ku di 29'ê Tîrmeha 2011'an de hatiye avakirin, der barê wê de gelek îdîayên din hene û wiha got: "Wekî avahiyek razber tê pênasekirin. Komên OSO  jî dişibe komên El-Kaide, DAIŞ, Nusra û Ahrar Şamê. Di mînakên berê de jî pir aşkere hat dîtin. Li aliyê din piştî OSO lawaz bû, bi hezaran bi hezaran milîtanên wê derbasî nava rêxistinên wekî El-Kaide, DAIŞ, Nusra, Ahrar Şam û rêxistinên din bûn. OSO, piştî Mertalên Firatê ku di 2016'an de dest pê kir dîsa navê wê derket holê.    Beştaş ev pirs ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsîn.   * Amadekariya rapora der barê OSO de ji kijan pêdiviyan derket holê?    * OSO çiye û ji kijan rêxistinên bîrdozî pêk tê.?    * Têkiliya OSO ya bi El-Kaide, IŞİD, Nusra û Ahrar Şamê re çiye?    * Çima OSO û bi rêxistinên wekî El-Kaide, IŞİD, Nusra û Ahrar Şam re tev digere. Tevî ku tê zanîn OSO bi van rêxistinan re tev digere jî dîsa çima piştgiriyê didin ê?    * Têkiliya hikûmeta we bi OSO re kengî dest pê kiriye?    * Têkiliya hikûmeta we û OSO  li ser kijan bingehê hatiye avakirin?    * Kengî piştgiriya çekan û maddî ya bi OSO re dest pê kiriye?    * OSO ji çend kesan pêk tê. Çend welatiyên Tirkiye û çend welatên Sûriye ne?    * Welatiyên tirkiye yên piştgiriyê didin OSO bi kijan sedemê didin?    * Îdîayên ku endamên OSO li Tirkiye perwerde ditine çiqas rastin?    * Ji bo OSO û komên din bi TSK'ê re şer bike kijan soz dane wan?    * Jibo ku OSO li Efrînê şer bike hûn çiqas meaş didin wan. Ger ku hûn meaş didin wan hûn çiqas meaş didin wan? We çiqas pere ji OSO re cudakiriye?