Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê 2021-04-19 13:51:56   AMED - Wekîla HDP’ê Remziye Tosûn, rewşa 26 jinên di operasyona hemwext a 5’ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin û rastî mûameleya xirab hatibûn bir rojeva Meclîsê û pirs ji Wêzîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosûn, rewşa 26 jinên di encama operasyona hemwext a 5’ê Nîsanê de, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû lidarxistin de hatin binçavkirin û rastî mûameleya xirab hatibûn, bir Meclîsê. Tosûn, derbarê mijarê de pêşniyazpirs da û pirs ji Wezarê Karên Hûndir Suleyman Soylû kir.    Di pêşniyazpirsê de ji bo Soylû bi bersivîne ev pirs hatin kirin:    “* Gelo agahiya we ji, qirêjiya li nezaretxaneya TEM’ê ya Amedê heye?    * Sedema amûrên paqijiyê ne dayîna welatiyên dibin çavan de çiye?    * Têkildarî pandemiyê çi bergirî li saziyên girêdayî wezareta we hene? Xebatên we yên di vê mijarê de çine?       * Di nezaretxaneyan de bi pêkanînên cuda, bi awayekê pergalî îşkenceya derûnî li welatiyan hatiye  kirin. Derberê vê mijarê de gelo hûnê tu daxuyaniyekê bidin? An jî hûnê derbarê hêzên ewlekariyê yên ev pêkanînên îşkenceyê kirine de, dst bi lêpirsînekê bikin?”   * 26 jin bê navber 24 saetan ji aliyê hêzên ewlekarî yên zilam bi kamerayan hatin şopandin. Hûn vê yekê çawan dinirxînin?    * Di 5 salên dawî de, li tevahiya Amedê, we derbarê çend hêzên ewlekariyê de, dest bi lêpirsînê kiriye?”