Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist 2018-01-27 15:29:33 COLEMÊRG - Rêxistina HDP'ê ya Geverê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de peyama Efrînê derket pêş. Parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan, diyar kir ku êdî hikûmet nizane dê çi bike. Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî jî got: “Divê li dijî êrîşên li ser Efrînê wekî Kobanê di qada neteweyî û navneteweyî de bersîv bên dayîn.  Rêxistina HDP'ê ya Geverê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. HDP'ê kongreya xwe li avahiya rêxistinê pêk anî. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Gevheri, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên DBP'ê yên navçe û bajarê Colemêrgê tev li kongreyê bûn. Dema rêxistina HDP'ê kongre pêk anî, polîsan der û dorê avahiyê dorpêç kirin. Gelek endam û rêveberên HDP'ê bi cilên neteweyî tev li kongreyê bûn. Li salonê pankarta “Tevî gelê me meşa me ya mezin didome. Bi hevî û hêzê bi hevre" vekirin. Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Ewil Parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan, bal kişand ser zextên li ser girtiyan û wiha got: "Niha cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dike. Hemû hilbijêrên gel girtî ne. Gelê me dê bêtir li berxwedana zindanan xwedî derkeve." Akdogan, bal kişand ser êrîşa TSK'ê û komên OSO  ya li dijî Efrînê û wiha got: "Hemû gel di nava hevde dijîn. Li Sûriye bajarê herî bi ewle Efrîn e. Lê AKP û çeteyan bi hevre êrîşî Efrînê kir. Dîsa ji bo vê êrîşa xwe rewa bike bi çapemeniyê û rêxistinên civakî dest bi êrîşê kir. Bi vê yekê jî nehat ser Serokatiya Karê Diyanetê jî tev li şer kir. Êdî har bûne û bi xwe ketine. Nizanin dê çi bikin. Ew çi bikin bila bikin piştgiriya ji bo Efrînê her diçe zêde dibe.    GEVHERÎ: EM BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ BERSÎVÊ BIDIN ÊRÎŞAN   Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Gevheri jî bal kişan ser Efrînê û xwest kurd bi yekîtiya neteweyî bersîvê bidin van êrîşan. Geverî anî ziman ku çawa bi ruhê neteweyî li Kobanê xwedî derketin dê wisa li Efrînê jî xwedî derketin û ji her kesî xwest bi ruhê neteweyî li Efrînê xwedî derkevin. Geverî ji bo parastina Efrînê banga yekîtiya neteweyî kir. Di kongreyê de peyayên Parlamenterên HDP'ê Selma Irmak û Abdullah Zeydan jî hatin xwendin. Piştî axaftinan û hilbijartinan ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Geverê Selcan Saygin û Husnu Beşer hatin hilbijartin.