Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye 2021-03-25 13:24:38 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna li gel alimên oldar de axivî û got: “Edalet ruh û cewhera Îslamê ye. Îro pirsgirêka herî zêde em pê re rûbirû mane jî bêedaletî ye. Li her bihostê bêedaletî heye û bêdaletiyê her dever dorpêç kiriye.”    HDP vê carê jî di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de li otelek Enqereyê bi alimên olî re civiya. Ji gelek bajarên Tirkiyê nûner beşdarî hevdîtinê bûn û di hevdîtinê de wê li ser “Îslam û edaletê” axaftin werin kirin.    GERGERLÎOGLÛ DI DÎWANÊ DE YE   Li cihê hevdîtinê pankartên kurdî, tirkî û erebî hatin daliqandin. Dî hevdîtinê de dîwanek hat bijartin û Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlamenteriya wî hat betalkirin jî têde cih girt.    HATIMOGÛLLARI: LI DIJÎ NEBAŞIYÊ WÊ EDALET BI SER BIKEVE    Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Tulay Hatimogûllari ya ji Komîsyona Gelan û Baweriyan Berpirsiyar e axaftina vekirinê kir û bi kurmancî, tirkî û erebî beşdaran silav kir. Hatimogullari got: “Dîroka mirovahiyê dîroka li dijî zilmkaran e. Spartakus li dijî koletiyê îsya kiribû. Kawayê Hesinkra li dijî Dehaqê zalimkar têkoşiya. Hazretî Mûsa li dijî fîravûnan, Hazretî Huseyîn li cem mezlûman li dijî neheqiyê û bêedaletiyê têkoşiya. Di bin her bingeha pirsgirêkan de bêdaletî heye. Lê ya rast ew e em wijdan, maf û edaletê bi hev re bijîn. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Di bin pirsgirêkên civakî de bêedaletî derdikeve. Dîn û îman ji devê wan nakeve lê haya wan ji nebaşiyê wan nîne. Helbet wê li dijî nebaşiyê wijdan, maf û edalet bi ser bikeve.”    BÛLDAN: DIVÊ ENQERE BAŞ GUH BIDE PEYAMÊN GEL    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di hevdîtina bi aliman re axivî û wiha got: “Hefteya bihûrî pîrozbahiyên Newrozê hebûn. Bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyan bûn û li dijî zilmê derketin û xwedî li îradeya xwe derketin. Peyama çareseriya bi şiklê aştî û demokratîk dan. Divê Enqere baş guh bide peyamên li qadên Newrozan û divê tavilê dest ji polîtîkayên şaş berde. Li ser rûyê vê axa qedîm hemû gel û bawerî aştî û demokrasiyê û edaletê dixwazin. Li cihek ku edalet û aştî nebe her tim zilm heye û êş û herikîna rondikên çavan heye. Li cihê ku edalet û wekhevî nebe, her cûre neheqî û bêhiqûqî heye. Dema alimên hêja Îslamiyetê pênase dikin dibêjin ‘Ola me ola edalet û aştî ye’.    ‘LI HER DEVERÊ BI BÊEDALETIYÊ DORPÊÇ KIRINE    Pîvana edaletê ji heqaniyetê tê. Edalet ruh û cewhera Îslamê ye. Îro pirsgirêka herî zêde em pê re rûbirû mane jî bêedaletî ye. Li her bihostê bêedaletî heye û bêdaletiyê her dever dorpêç kiriye. Di serî de gelê kurd û gelên din û baweriyên din bi bêedaletiyê re rûbirû mane.    LI HER SOFREYEKÊ BÊEDALETÎ HEYE   Ji ber ku hiqûqê ji edaletê qetandine mixabin îro li Tirkiyê sofreyekê bêedaletî ne. Bi nivîsandina nivîsên ‘Edalet bingeha milk e’ yên li qesrên edaletê adil nabe. Li Meclîsê jî dibêjin her tişt ji bo gel e. Lê ev nîne. Her cih bûye navnîşana bêedaletiyê û bêîradeyê. Bediuzzaman Saîd-î Kurdî dibêje ‘Zilm bûye kofiya edaletê’ û binê rastiya vê yekê destnîşan dike. Îro bêedaletiya em pê re rûbirû mane di bin vê gotinê de veşartî ye.    PERGALA REDKAR Û YEKPEREST    Îro vê pergala redkar û yekperest dixwaze her tiştên li ser navê îslamê ji holê rake. Di bingeha pirsgirêka kurd jî înkar, bêedaletî, newekhevî, neheqî û bêhiqûqî heye. Dixwazin daxwaza wekheviyê ya xelkekî tune dikin û ev jî li dijî cewhera aştiyê ya îslamê ye. Dixwazin ziman û çanda gelê kurd qedexe bikin. Ev jî li dijî rêgezên îslamiyetê ye. Ev zîhniyet li dijî îslamê ye jî. Îro li Tirkiyê îslam di bin tehakuma dewlet û îqtidarê de ye.    OLÊ KIRINE AMÛR    Li Tirkiyê olê jî kirine siyaset. Dewletê li ser ol û baweriyê tehakumê ava kiriye. Dixwazin li Tirkiyê terzek mîna Muaviye derxin holê. Jixwe îro tişta em pê re rûbirÛ manej î tam jî xeta Muaviyê ye. Me viya di zilma li dijî hevalê me Omer Farûk Gergerlîoglû de dît. Lê em û Gergerlîoglû li dijî zilmê têdikoşin û li ber xwe didin. Îqtidar û dewlet xeta aştiya îslamê red dike. Em ê fikra bawerî û gelan a di nava xwe de her tim biparêz in û xwedî li îslamiyeta rasteqîn û demokratîk derkevin. Helbet li dijî zilmê em ê teqez bi ser bikevin.”