Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da 2021-03-24 09:00:56 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengolû, diyar kir ku bi milyonan mirovên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn, rûyê ronahiya Tirkiyeyê derxistin holê û got: “Di Newrozê de gel, hêz û rola çareseriyê ya Birêz Ocalan cardin nîşan da.”   Bi milyonan kes li bajarên herêm û Tirkiyeyê, piştî 2 hezar û 633 salan, îsal cardin ji bo pîrozbahiyên Newrozê ya bi serkeftina Kawayê Hesinkar tacîdar bibû, herikîn qadan. Hirs û kîna gel a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, îdîayên derbarê tenduristiya wî de yên li ser medya civakî hatibûn parvekirin, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike,  vekirina doza girtina HDP’ê û xistana parlamenteriya wekîlê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bandora xwe li qadên Newrozê kir.     Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a gelan (HDK) Sedat Şenoglû û Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) emîne  Caynak, peyamên di qadên Newrozê de hatin dayîn û daxwazên gel nirxandin.   ‘RÛYÊ RONAHÎ YÊ TIRKIYEYÊ DERKET HOLÊ’   Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, anî ziman ku Newroz, bi taybetî ji bo gelê Kurd, bindest û gelên rastiya xwe di Newrozê de dibînin, girîngiyek mezine û ji ber vê di pîrozbahiyan de, her tim peyamên polîtîk tên dayîn.    Şenoglû, diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal, gelek encamên krîtîk û xweser derxistin holê û wiha axivî: “Rastiya berxwedanê ya Newrozê di şert û mercên îro de derket holê. Ji Stenbolê, heya Amedê, ji Edîrneyê heya Colemêrgê, ji Mêrsînê bigirin heya Mugla, Antalyayê û her derî, bi mîlyonan kes bi coşek mezin daketin qadan. Gelan rûyê ronahî yê Tirkiyeyê di vê Newrozê de derxistin holê. Ev ronahî bi agirê Newrozê derket holê.”   ‘DIVÊ DEWLET ENCAMÊN PÊWÎST DERBIXE’   Şenoglû, da zanîn ku Tirkiye di serdemeke pir zor û bi êş re derbas dibe û wiha pê de çû: “Di serî de gelê Kurd, hemû gel, karker, emekdar û hemû beşên civakê şerê jiyanê didin. Di Newrozê de daxwaza guhertina vê yekê hebû. Bi milyonan kes li qadan bûn. Gelan û bindestan vîna avakirina pêşeroja xwe li van qadan nîşan dan. Di vî warî de, di Newrozê de peyamek bi hêz hat dayîn. Aqlê dewletê, divê îro encamên pêwîst derbixîne.”   ‘DAXWAZA HERÎ JIYANÎ AZADIYA OCALAN E!’    Şengoglû, bi bîr xist ku peyama herî girîng û bi hêz a ku di Newrozê de hat dayîn, daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Şenoglû, têkildarî vê daxwaza gel jî ev nirxandin kir: “Gel bi peyamên xwe yên di Newrozê de dan, got ku ji bo avakirina aştî û azadiyê, demokrasiya Tirkiyeyê û azadiya gelê Kurd rola çareseriyê Birêz Ocalane. Gel bi vîna xwe ya azad, ev rastî carek din danî holê. Vîna xwe ya siyasî danî holê. Ji ber vê li dijî tecrîd helwesta xwe danî holê.”    ‘HÛNÊ PARTIYA NEWROZÊ ÇAWAN BIGIRIN?’   Şenoglû, anî ziman ku peyama din a herî mezin li dijî vekirina doza girtina HDP’ê bû û wiha bi dawî kir: “Gel li dijî êrişên desthilatdariyê yên li ser HDP’ê pir bi hirs bû. Bi milyonan mirov daketin qadan û ji bo tu gotinek din cih nehiştin. Bi milyonan kes li qadan xwedî HDP’ê derketin û gotin, ‘Vaye HDP li vire, hûn dikarin HDP’ê bigirin, lê hûnê nekarin partiya Newrozê bigirin, ma hûnê çawan karibin partiya Newrozê bigirin? Gelên ku herikên qadên Newrozê, bal kişandin ser ‘Rêya Sêyemîn.’ Hêviyek mezin di Newrozê de derket holê. Di Newrozê de gel cardin xwedî vîna xwe derket. Divê ev yekitî bê xurt kirin û tifaka civakî bi hêza Newrozê bê avakirin. Yanî tabloyeke bi biryardarî û keyfxweşî derket holê.”   CAYNAK: BERSIVA HERÎ XWEŞ BÛ   Endama Meclîsa DBP û di heman demê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TAJ) Emîne Caynak jî, diyar kir ku bi gelê Kurd re, gelên Tirkiyeyê, gelek sazî û dezgehên jinan jî herikîn qadê Newrozê û bersiveke herî xurt dan polîtîkayên înkar, pişavtin, zext û tunekirinê. Caynak, da xuya kirin ku bi mîlyonan kes beşdarî Newrozê bûn û wiha axivî: “Gelê Kurd li qadan carek din xwedî vîna xwe ya siyasî, nasname, ziman û çanda xwe derket.”   Ceynak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Newroza îsal pir bi heybet derbas bû. Xwedî derketinek mezin hebû. Dema ku 5 salên dawî yên bi zextên giran derbas bûn li ber çavan digirin, tevlîbûne pir bi hêz a Newrozê hebû. Tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê nîşan da ku kes nikare bi operasyon, zext û înkarkirinê gelê Kurd teslîm bigire. Kurdan vîna xwedî derketina hemû nirxên xwe danî holê. Tevlîbûna bi hêz a Newroza îsal her kesî matmayî hişt. Pergal jî şaşwaz bû.”   GEL XWEDÎ HDP’Ê DERKET   Caynak, diyar kir ku tevlîbûna Newrozê di heman demê de, bersiva herî mezin a ji bo doza girtina HDP’ê bû û wiha rêz kir: “Kurdan bi rihê Newrozê vîna xwe nîşan dan. Pergal çi dike bila bike, wê nekare Kurdan teslîm bigire. Ev peyam beramberî her tiştiye. Divê pergala vê peyamê baş bixwîne.”   JINAN DAXWAZA AZADIYÊ KIRIN   Caynak, bal kişand ser tevlîbûna jinan a Newrozê û wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jin pir bi hêz tevlî pîrozbahiyan bûn. Peymana Stenbolê fesh kirin. Jin her roj tên qetilkirin. Jin li dijî vê daxwaza xwe ya azadiyê qîr kirin û soza xwe ya têkoşînê nû kirin. Jinan di Newrozê de peyama kes nikare têkoşîna jinan asteng bike dan. Bi mîlyonan jinên daketin qadan, bi îsyana xwe bersiva herî mezin da pergala serdest.”   MA / Îdrîs Sayilgan