Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin 2021-03-23 16:27:43   ENQERE- Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, li meclîsê civîna çapeimeniyê li dar xist û anî ziman ku HDP û Gergerlîoglu ne bi tenê ye û wiha got: “Gel HDP ava kiriye. HDP bi îdeanameya Qesrê nayê girtin."    Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Baş, bertek nîşanî biryara Tirkiye ya vekişîna ji Peymana Stenbolê da û wiha got: "Welat wisa nayê bi rêvebirin. Hiqûq wisa nabe. Ev ne gova Dingo ye. Ev belgeya şermê ye û wê bibe dîrok."    Baş, da zanîn ku AKP dixwaze erk û vîna Meclîsê tune bike û wiha lê zêde kir: "AKP’ê gotibû meclîsek bêtir bi hêz. Di gotinê de vîna gel temsîl dikin. Lê bi AKP'ê bi vê yekê derewek din îmze kir. Derewek din a AKP’ê derket holê."     ‘GERGERLÎOGLU Û HDP NE BI TENÊ YE   Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, bal kişand ser tundiya li ser HDP'ê jî û wiha got: "HDP û Gergerlîoglu ne bi tenê ye. Gel HDP ava kiriye. HDP bi îdeanameya Qesrê nayê girtin. AKP bi xwe rêgezan tatîne. Lê ew bi xwe rêgezên xwe pêk nîne. Gergerlîoglu û HDP qet ne bi tenê ye. Ne YSK'ê û ne Qesrê HDP ava kiriye. Yê HDP ava kiriye gel e. Gel HDP ava kiriye Qesr nikare wê bigire."