Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye 2018-01-25 14:10:16   ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, bal kişand ser operasyona Efrînê û ev tişt got: "Ev operasyona çiqila zeytûnê nîne. Bi vê operasyonê darbestan ji dayikan re dişînin. AKP, MHP û CHP zarokên vî gelî dixin darbestan û dişînin malên wan."   Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Osman Baydemîr, bi mijara operasyona li dijî Efrînê li meclisê civîna çapemeniyê li darxist. Baydemîr da zanîn ku mafê aştiyê mafekî bingehîn ê mirovan e, lê niha li Tirkiyeyê parastina aştiyê sûc e û ev tişt got: "Partiyeke siyasî çima ew qas ji daxwaza aştiyê ditirse? Çima hebûna xwe bi kuştin û mirinê ve girêdaye? Ji ber ku cenaze neyên, mirin neyên dê rejîma OHAL'ê nebe. Li welatekê din şer nebe, rewşa awarte nebe."   ‘HEKE HEQÎQET Û CIVAK RÛ BI RÛ BIMÎNIN, DÊ 5 ROJAN LI DESTHILATDARIYÊ NEMÎNIN’   Baydemîr fermana ji 15 madeyan Serokwezîr Bînalî Yildirim da çapemeniyê jî bi bîr xist û wiha axivî: "Ev bêdengkirina civakê ye, gefan li çapemeniyê dixwen. Ji ber ku heqîqet û civak rû bi rû bimînin, ev 5 rojan li desthilatdariyê namînin." Baydemîr got ku ev operasyona darbestan ji dayikan re şandinê ye û ev nirxandin kir: "Ji bo vîna gel dernekeve holê, navê çiqila zeytûnê û sêva sor li operasyonê kirin. Ev operasyona darbest ji dayika gel re şandinê ye. Ka digotin bila dayika gel negirî? Xala em îro hatine ev e."   ‘BIRÊZ KILIÇDAROGLU HÛN BI BERHEMÊN DAIŞ'Ê RE HEVKARIYÊ DIKIN’   Baydemîr aşkera kir ku AKP jî, MHP jî û CHP jî koalîsyona sêva sor in û bang li Kiliçdaroglu kir wiha axivî: "Çend gotinên min jî ji bo Kiliçdaroglu ne. Birêz Kiliçdaroglu hûn di heman demê de bi OSO, El Qaîde, Ahrar uş-Şamê yanî bi DAIŞ'ê re di nava hevkariyê de ne. Dê sibê zilmê bibin wan axên ku dagirkirine." Baydemîr destnîşan kir ku kesên ji şer revîn û li Efrînê bi cih bûne, li dijî van kesan şer dane dest destpêkirin, koalîsyona AKP-MHP-CHP'ê tang, top û şer birine axa Sûriyeyê. Baydemîr diyar kir ku kîna we ya li dijî qewmekî berbi bêedaletiyê ve dibe û bang li Numan Kurtulmuş jî kir û ev tişt got: "Birêz Kurtulmuş hûn ji Xwedê ditirsin an ji Reyîs?"   Baydemîr anî ziman ku AKP-CHP-MHP dest bi seansên ku bang li ruh dikin û aşkera kir ku ew wekî HDP dê di wan seansên bangkirina ruhî de cih negirin û li dijî niheqiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Baydemîr diyar kir ku armanca wan ew e erdnîgariya kurdan bê kurd bihêlin û van herêman teslîmê OSO û DAIŞ'ê bikin.   HÛN ZAROKÊ VÎ GELÎ DIXIN DARBESTAN   Baydemîr derbirî ku HDP tekane partiya wijdana vî welatî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tekane rizgarî di HDP'ê de ye. AKP, MHP, CHP ewladên vî gelî dixin darbestan. Ruxmê hemû zextan jî HDP aştiyê diparêze. Em bang dikin. Heke em vî şerî rawestînin, dê Tirkiye ji felaketê rizgar bibe." Baydemîr der barê roketên li Kîlîsê dikevin de jî ev tişt got: "Menzîla roketên Efrînê 3-4 qat dûrê Kîlîsê ye. Rojnamevanek dibêje ku 'Serokomar ne li dijî kurdan, dijî terorê şer dike.' Her mirovên ku jiyana xwe ji dest dide mirovên me ne."    ‘BERPIRSYARÊN HER MIRINEKÎ AKP, CHP, MHP YE’   Baydemîr bi lêv kir ku peywira wan xwedîderketina heqîqetê ye û ev nirxandin kir: "Ji ber ku tenê heqîqet dikare pêşî li vî şerî bigire. Berpirsyarê her mirinekî AKP, MHP û CHP ye. Di nava ew qas tiştên diqewimin de, tiştên gelek bi qîmet û bi rûmet jî hene. 170 mirovên bi nirx ji wekîlan re name şandin. Ji bo xwedî li aştiyê derkevin. Ev mirov li dijî şer in, dê çi be hûn dizain, dê der barê van mirovan de lêpirsîn bên vekirin."   EW CANIN, NE HEBIN   Baydemîr helwesta Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan jî rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Destekî xwe datîne ser darbestê û dibêje ku  '7-8 şehîdên me hene.' Bi dehan can can, ne hebin. Her wiha 7 canin, 8 canin? Navbera 7 û 8'an tune. Canek caneke. Mirina canekî mirina kaînatê ye. Ne 7 can, ne 8 can, 10 hezar can jî biçe ne di xema an de ye."