Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye 2021-03-18 16:07:45   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derbarê vekirina doza girtina partiya xwe de gotin li dijî îradeya gel darbe hatiye kirin û di rojeva gel de tecrîda li Îmraliyê heye û hewldana girtina partiya wan jî encama tecrîdê ye.   Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rengekî awarte li hev civiya. Piştî civînê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.   Bûldan destpêkê axivî û bal kişand ser tundî û astengiya 5 salên dawî ya li pêşiya HDP'ê û destnîşan kir ku gel vê polîtîkaya zordar jî wê ti carî dest ji siyaseta demokratîk bernedin, timî bi gel re bin û serî netewînin.   Bûldan wiha got: "Parlamenterên partiya me hatin girtin, hevşaredarên me ji wezîfeyê hatin dûrxistin, hatin girtin û qeyûm danîn şûna wan. Bi her awayî astengî danîn pêşiya partiya me. Tevî ku hilbijartin jî di nava şert û mercên demokratîk de nehate kirin, partiya me hem hevşaredarî qezenç kir, hem jî bi xurtî cihê xwe li parlamentê girt. Bi girtina wekîlên me dixwazin tola vê hilînin. Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek parlamenterên me û hevşaredarên me girtî ne. Mirovên ku silav dane me hatine girtin.   Êdî ne tenê HDP'î, her wiha nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, bi hezaran mirovên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin hatine girtin. Girtîgehên Tirikyeyê bi zarokên vî welatî, bi ciwanên vî welatî dagirtî ne."   Bûldan anî ziman ku doh 2 bûyerên weke deqa reş li eniya Tirkiyeyê bimîne rû dan û got: "Berê jî wekîltiya hevalên me hate betalkirin, mîna Mûsa Farisogûllari, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Leyla Zana. Heman rêbaz doh careke din li parlamentê bi kar anîn. Me dît ku ev feraset dewam dike. Feraseteke darbeyê ye. Êdî ti cudahî û ferqa desthilatdariya AKP'ê û şirîkê wê yê biçûk bi yên ku 15'ê Tîrmehê bombe li sîwana meclîsê barandin nîne. Ji ber ku navê vê darbe ye, darbeya desteserkirina îradeya gel e."   Bûldan di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hûn dikarin ji vê bawer bikin; heta doh 6 milyon mirovî deng dida me, lê niha bûye 12 milyon mirov. Rêjeya dengê me ji sedî 11.5, ji sedî 12 bû, lê doh êvarê bûye ji sedî 20. Bila kes ji vê gumanan neke. Em partiyeke welê ne ku bi rojeva rastî ya civaka Tirkiyeyê re eleqedar in. Rojeva gel birçîbûn e, xizanî ye, zilma li jinan e, tecrîd e."   'ROJEVA GEL TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE'   Bûldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd ne tenê li Îmraliyê li dijî Ocalan, tecrîd li ser tevahiya Tirkiyeyê tê ferzkirin.   Bûldan wiha got: "Doza li dijî partiya me hatiye vekirin jî ji bo vê armancê ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, astengkirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, pirsgirêkên vî welatî kûrtir dike. Pêwîstiya welêt bi aştî, demokrasî û azadiyê heye. Lewma em dibêjin, ku hûn çi dikin bikin em ê di rêya xwe de bimeşin. Yanî em ê bi rojeva rasteqîn a gelê xwe re mijûl bibin. Ev mesele êdî ne tenê meseleya HDP'ê ye, meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye."   BANG: EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN   Bûldan bang li hêzên demokrasiyê kir û got: "Ya ku îro li me hatiye kirin wê sibe teqez li we bê kirin. Ji ber vê yekê berpirsyariya me hemûyane ku li dijî vê neheqiyê û bêhiqûqiyê em bi hev re li ber xwe bidin. Bila kes moralê xwe xera neke, kes nekeve nava fikar û gumanan. Heta ku HDP hebe wê bi gel re be, wê siyaseta demokratîk bimeşîne.   'EM DI NEWROZÊ DE BICIVIN'   Bûldan bal kişand ser pîrobahiyên Newrozê jî û wiha got: "Em amadekariyê dikin ku li gelek deverên Tirkiyeyê bi coş û moraleke mezin cejna xwe Newrozê pîroz bikin. Di serî de gelê Kurd bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikim ku bi hev re têkoşîna demokrasiyê bimeşînin û tevlî pîrozbahiyan bibin. Newroz pîroz be."   SANCAR: ÎQTIDAR DIXWAZE BI VAN ROJEVAN TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE   Piştî Bûldan, Hevserok Mîthat Sancar jî axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar anî ziman ku îqtidar bi kirinên xwe Tirkiyê ber bi tariyê ve dive û dixwaze faşîzmê li her deverê bicih bike. Sancar destnîşan kir ku HDP fikr û ramanek gelek xurt e û HDP tenê ne avahiyek û tabelayek di heman demê gel e û heke qedandina gel mimkin bûya niha zûve HDP qediyabû. Sancar anî ziman ku îqtidara AKP'ê dixwaze bi van rojevan temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Sancar da zanîn ku her êrişek li dijî HDP'ê lixwemikûr hatina têkçûnê ye û ew hêza xwe ya herî mezin ji gelê xwe digirin. Sancar got her çi dikin bila bikin wê partiya wan HDP bi bawerî û piştevaniya gelê xwe rê û rêwîtiya xwe berdewam bike. Sancar anî ziman ku HDP siberoja xelkê ye û ji bo xwedî derketina siberojê divê her kes xwedî li HDP'ê derkeve. Sancar diyar kir ku HDP di siyaseta demokratîk de bi israr e û wê bi helwest û berxwedana xwe îqtidarê têk bibe. Sancar anî ziman ku îdianameya derbarê vekirina doza girtina partiya wan de belav bûye û heta niha îdianameyek ji wan re nehatiye şandin.    LI QADÊN NEWROZÊ DÊ GEL XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVE   Sancar anî ziman ku serkeftin wê her tim a wan be û li pêşiya wan pîrozbahiyên Newrozê hene û wê gel li qadan mil bide milê hev û xwedî li HDP'ê derkeve. Sancar got ew Newroza tevahiya gelan pîroz dikin. Sancar got ew ê li dijî van sepanan siberojê "nexşerêya" xwe jî diyar bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Sancar bal kişand ser îdayên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got îdiayên derbarê Ocalan, betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û hewldana girtina partiya wan ne tesadufî ne û ev mijar hemû bi hev ve girêdayî ne. Sancar got ew dizanin ku biryarên derbarê partiya wan de li qesran hatiye girtin.