‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne' 2018-01-25 09:23:18 STENBOL - Seroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari armanca êrîşa li dijî Efrînê wiha şîrove kir: "Ji bo tifaqa AKP-MHP bêtir bê têkûzkirin û tengaviya xwe ya di siyaseta hundurîn de ji holê rabikin." Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû jî wiha got: "Wê ev hewldana dagiriyê bibe dawiya Qesrê."  Êrîşên Artêşa Tirk (TSK) ên li hemberî Efrînê di roja 6'an de ye. Partiyên siyasî bertek nşşanî van êrîşan dan.    Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran (Devrimci Parti) Mûsa Pîroglû êrîşên Artêşa Tirk we "dagirkirinê" şîrove kir û destnîşan kir ku di bin van êrîşan de dijminatiya Dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan heye û di heman demê de jî ji bo AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan îktîdara xwe saxlem bikin van êrîşa pêk tînin. Pîroglû bi lêv kir ku a rast CHP û partiyên din ên destekê didin "Qesrê" jî bi vê yekê amadekariyên dawiya xwe dikin û encama ku dê ji van êrîşan derkeve wê bi tu awayî bi kêrî gelên Tirkiyeyê neyê. Pîroglû wiha got: "Ev ne şerê gelên Tirkiyeyê ye. Ev şer, wm gelên tirk û kurd bike dijminê hevdu û wê bedêlên gilan bi Tirkiyeyê bide."    Pîroglû wiha got: "Em dizanin ku kesên li Kobaniyê li ber xwe da, wê li Efrînê jî li ber xwe bidin. Wê ev hewldana dagiriyê dawiya Qesrê bîne û wê veguhere têkoşîna hevpar a gelan. Wê li Efrînê serketina gelan û binketina Qesrê çê bibe."    'AŞTIYA NAVXWEYÎ TEHDÎT DIKE'   Berdevkê Partiya Yeşiller ve Sol Gelecek (YSGP) Nacî Sonmez got ku Tirkiye û hêzên emperyal piştî sed salî şûn de li Rojhilata Navîn li pêyî polîtîkayeke ne demokratîk in û ji ber vê tu pêşeroja êrîşa li dijî Efrînê jî tune ye û ev êrîş aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê tehdît dike û wiha got: "Jixwe têra xwe em di polîtîkaya derve de bi ciranên xwe re rûberî hev bûne. Wê ev pevçûn pevçûna navxweyî ya Tirkiyeyê jî kûr bike û divê şik û gumanên me yê di vî warî de hebin. Em vê yekê red dikin û em ê heta dawiyê li dijî şer aştiyê biparêzin." Sonmez got ku Tirkiye û hêzên emperyal piştî sed salî şûn de li Rojhilata Navîn li pêyî polîtîkayeke ne demokratîk in û ji ber vê tu pêşeroja êrîşa li dijî Efrînê jî tune ye   Seroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogûllari jî destnîşan kir ku rastiyek li holê heye, ew jî têkoşîna gelê kurd a li hemberî DAIŞ'ê û pêkanîna Rojavayê ye, lê belê Dewleta Tirkiyeyê êrîşê vê yekê dike. Hatîmogûllari got êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê li dijî destkeftiyên kurda ye. Hatîmogûllari diyar kir ku Tirkiye dixwaze li seranserê sînor hebûna xwe biparêze û ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha dixwaze herêmeke tampon çê bike. Hatîmogûllari diyar kir ku di operasyona Efrînê de armamc ew e ku li herêmêm bejahiyî dîsa herêmeke ewlehiyê bê avakirin. Hatîmogûllari got ku armanceke îktîdara ya ku penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn û wan bi rêxistin kiriye vegihêzîne Efrînê û wiha got: "Armanca Tirkiyeyê ya ji herêma tampon, mirov dikare bişibîne ya Îsraîlê ku li Fîlîstinê pêk anî. Dixwaze cerîbîna ewil li herêmên bejahiyî yên Efrînê pêk bîne. Tirkiye ji vê operasyon li dijî Efrînê bêtir, girîngiyê dide hêla çapemeniyê ya ku ka operasyonê li Tirkiyeyê çawa dide der. Sedema vê jî ji bo tifaqa AKP-MHP bêtir bê têkûzkirin û tengaviya xwe ya di siyaseta hundurîn de ji holê rabikin."