Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin 2021-03-16 15:26:59   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar banga ‘çareseriya adilane û bernameya aştiyê’ li mûxalefetê kir û diyar kir ku divê xwedî li deklarasyona Newrozê ya Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan were derketin.   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di civîna komê ya partiya xwe de axivî. Sancar, diyar kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin daketine qadan û got, “Ji ber pandemiyê me dîmenên wisa bi coş nedîtibû. Vê çalakiya jinan cesaret da me. Ez jinên berxwedêr û têkoşer ên li qadan silav dikim.”   ‘LI HELEBPÇEYÊ BI HEZARAN KES HATIN KUŞTIN’   Sancar, derbarê salvegera 33’emîn a Qetlîama Helepçeyê de jî axivî û got, “Beriya niha 33 salan li Helebçeyê bêhneke xweş a sêvan belav bû. Piştî çend deqîqeyan bêhna wan çikiya. Bi bombeyan piraniya wan jin û zarok 5 hezar kes hatin kuştin.7 hezar kes birîndar bûn. Ev sûcê li dijî mirovayetiyê ye, hovane ye. Ev qirkirin e. Em bang li qada navneteweyî dikin, bila Helepçeyê nas bikin da ku bibe roja bibîranînê ya navneteweyî. Di operasyona Enfalê de bi giştî 182 hezar Kurd hatin kuştin. Ev êş hê jî didome, ji Kobanê heta Şengalê xwe dide der.”   ‘DESTHILATDARIYÊ GEL TERKÎ ŞEWBÊ KIR’   Sancar, derbarê şewbê jî diyar kir ku desthilatdariyê gel terkî şewbê kiriye û got, “Feraseta desthilatdariyê ev şewb ji xwe re kir firsende tehakum û rantê. Ji ber van polîtîkayan di nava salekê de 6 milyon kes bêkar man. Êdî TUÎK jî nikare van rastiyan veşêre. Ev polîtîkayên rantê xwe li ser her tiştî dibînin. Her roj tabloyên Covîd-19’ê tê eşkerekirin, tekane wateya van tabloyan heye. Mikurhatina rêveberiya xerab. Sermesel plana çalakiyên ji bo mafê mirovan eşkere dikin ev jî tê wateya mikurhatina ku wan çawa pergal mafên mirovan hilweşandine. Ew bi xwe li vî tiştî mikur tên. Em dizanin ku plana çalakiyên ji bo mafê mirovan bi têkoşîna hevpar a kedkar, karker, bindest, Kurd, Tirk û Elewiyan pêk were. Divê em jî têkoşînê geştir bikin. Heman tişt ji bo planên çalakiyên ekonomîk jî wisa ye. Dema mirov li plana wan dinihêre, ev tişt tê dîtin ku wan çawa ekonomî hilweşandine.   FEZLEKEYÊN QIRKIRINA SIYASÎ   Fezlekeyên derbarê parlementerên me tên rojevê. Ji bo ku kargehên hatine girtin, neyên axaftin girtina HDP’ê nîqaş dikin. Dema ku nikarin bêkarî, enflasyonê û dolar bixin, zextan li partiya me û mûxalefetê dikin. Lê ew çi bikin jî gel li ser biryara xwe be, mûxalefet yekîtiyeke xurt pêk bîne, wê ev hesabên desthilatdariyê pûç bike. Rojeva kolanan birçîbûn û hejarî ye. Li her derê bêkarî heye. Li hemberî van polîtîkayan hêrs û lêgerîna guherînê jî heye. Peyama kargeh û dikanên hatine girtin gelekî zelal e. Divê mûxalefet berpirsariya xwe bi cih bîne.   NEWROZ TÊ WATEYA BERXWEDANÊ   Em dikevin hefteya Newrozê. Newroz sembola hêviya jiyana nû ye. Newroz navê berxwedan û edaletê ye. Newroz bîra civakî ya lêgerîna aştî û çareseriyê ye. Gelên qedîm ên li ser vê axê 100 sal in li pey aştiyeke adilane ne.   Divê em Newroza sala 2013’an bînin bîra xwe. Divê em qelebalixiya li wir û peyamên dîrokî yên li wir bînin bîra xwe. Pêvajoya çareseriyê hebû û ji ber hesabên desthilatdariyê ew pêvajo bi dawî bû. Piştî ku mase hatin wergerandin berdêla wê gelekî giran çêbû. Li holê ne demokrasî ma, ne hiqûq ne jî edalet. Di Newroza 2013’an de bangeke girîng hatibû kirin. Ew banga wê rojê li wir hate xwendin divê îro jî xwedî lê were derketin. Têkoşîna ji bo aştiyê her dem bûye rêyeke divê berdêl were dayîn. Em aştiyê ji vê desthilatdariyê naxwazin. Heke di doza Kurdan de em ê ber bi çareseriyê ve biçin, navnîşana vî tiştî civak bi xwe ye, hêzên demokrasî û mûxalefet e. Mûxalefet û hêzên demokrasiyê divê çareseriyeke demokratîk û aştiyeke adilane deyne ber xwe. Ne dema vî tiştî ye ku em bi nîqaşên manîpulatîf xwe biştexilînin. Ji ser wê 8 sal derbas bûbe jî bingeh û zemîna banga aştiyê ya li qada Newrozê ya Amedê xwe dispêre hevgirtina hêzên civakî. Bi ked û cesareta vê hevgirtinê mirov dikare li ser vê rêyê bimeşe. Em îro jî xwedî li wê bangê derdikevin. Em baweriyê bi hêza aştiyê tînin.   Banga xurt a ku wê Newroz derxe holê wê li vî welatî çareserî û aştiyê bi xwe re bîne. Ev îrade wê tevî aştiyê demokrasî û edaletê ji nû ve ava bike. Em bi vê heyecanê amadekariya Newrozê dikin. Ev hevdîtina hêviyê ye. Ev baweriya li dijî zilmê û berxwedana li hemberî zilmê ye. Ev rêwîtiya ber bi aştiyê ye, hevdîtina demokrasiyê ye, li hemberî zilmê meşa têkoşînê ye. Newroz roja nûkirina jiyanê û jiyana nû ye.”