HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî 2021-03-15 14:28:46   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Hayrettin Yilmaz ê 65 salî ku li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa T a Afyonê bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun, mirina girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî ku li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa T a Afyanê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî. Tozun, anî ziman ku li girtîgehan herî kêm 604 girtiyên nexweşiya giran hene û bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Ji 2017'an heta 2019'an li girtîgehan 44 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Hayrettîn Yilmaz li Afyonê jiyana xwe ji dest da. Hayrettin Yilmaz bi nexweşiya werem, kezeb, u tiroitê bû. Gelek nexweşiyên wî yên kronîk û pençeşêrê hebû.    Dîsa a Ahmet Karaş ê 81 salî ku 4 sal û 2 meh cezayê wî erê kirine û 10 meh in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye, bi nexweşiya KOAH, şekir, kezeb û dil e. Nikare bi serê xwe bijî."    Tosun, ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul ev pirs pirsîn.    “*  Heta Adara 2021'an li girtîgehan çend girtiyên nexweş hene? Çend girtî û çend ceza xwarine. Têkildarî vê yekê tu xebatên wezaretê hene ya na?    * Li gorî wezareta we girtina girtiyên nexweşiyên giran ne binpêkirina mafan e?    * Li gorî hêjmara 5275'an ku ji 1'ê Çileya 2021'an de ket meriyetê, mafê girtî Hayrettin Yılmaz hat xezpkirin. Agahiya wezareta we jê heye?    * Erka ku serbest berde dane Çavdêriya îdareya Girtîgehê. Ev yek li dijî Destûra Bingehîn e. Diviya bû Hayrettin Yilmaz li gorî xala 7'an a TCK'ê diviya bû bihata berdan. Lê ji aliyê Îdareya Girtîgeha Afyonê halê baş li ber çavan negirtine û serbest bernedane. Têkildarî vê yekê Wezareta we dê tu lêpirsinê bide destpêkirin ya na?    * Çima girtiyê nexweş ê 81 salî Ahmet Karaş, ku bi nexweşiya KOAH, şekir û nexweşiyên din bernadin?"