Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê 2021-02-28 11:28:54     ENQERE - Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de heya niha gava herî dirêj di sala 2015'an de bi îmzekirina Peymana Dolmabahçeyê re hatiye avêtin. Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Tayip Temel got: "Niha tişta divê bê kirin, cardin vegera li metna peymanê ye."   Li Tirkiyeyê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, heya niha gava herî mezin a ku hatiye avêtin Peymana Dolmabahçeyê ye. Peyman di 28'ê Sibata 2015'an de di navbera Heyeta Îmraliyê û heyeta dewletê de hatibû îmzekirin.     Peymana Dolmabahçeyê ji 10 xalan pêk dihat. Li gor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îmzekirina peymanê wekî "asta yekemîn" a pêvajoya çareseriyê bû. Di 28'ê Sibatê de Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyandibû ku Ocalan gotiye: "Ji bo PKK dev ji têkoşîna çekdarî berde û biryareke stratejîk û dîrokî bide, ez bang lê dikim ku di Biharê de kongreyeke awarte li dar bixe." Endam heyeta dewletê Yalçin AKdogan jî gotibû: "Em bibiryar in ku ev pêvajo bigihê armanca xwe." Di heman rojê de Erdogan jî gotibû: "Ev bangawaaziyeke ku em bi hisret li bendê ne." Lê belê di 18'ê Gulana heman salê de piştî ku DAIŞ'ê avahiyên HDP'ê yên Edene û Mêrsînê bombekirin û di 5'ê Hezîranê de di mîtînga HDP'ê ya Amedê û di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê komkujiyek pêk anî û paşê li Pirsûsê di 24'ê Tîrmehê de du polîs bi awayekî biguman hatin kuştin, pêvajoya çareseriyê jî bi awayekî yekalî ve hatibû bidawîkiri.   Piştî vê cardin pêvajoya şer dest pê kiribû. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 2015-2020'an de sivîl jî di nav de 5 hezar û 365 kes di şer de û di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 986 kes jî birîndar bûne. Ev pêvajoya navbirî hîn jî didome.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê û Parlementer Wanê Tayip Temel ku di sala 2012'an de li girtîgehê 68 rojan di greva birçîbûnê de mabû û piştî çalakî bi ser ketibû pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû, behsa vê pêvajoyê kir.    TEMEL: GEŞEDANEKE DÎROKÎ BÛ      Temel, diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi vîna Ocalan dest pê kiriye û got: "Aqilê dewletê yê wê çaxê, hikûmeta wê çaxê û serokwezîrê wê çaxê Erdogan ev yek qebl kirin û hevdîtin bi vî awayî dewam kirin. Di dîroka Tirkiyeyê de, ji xeynî qanûna 1921'ê, cara ewil bû ku hebûna gelê kurd, mafê gelê kurd, statu û azadiya gelê kurd dibbû mijara nîqaşê. Ev ji bo gelê kurd û gelên Komara Tirkiyeyê geşedaneke dîrokî bû."    ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVAYÊ    Temel, destnîşan kir ku ku ev îrade danîbû holê Ocalan bûye û di vî warî de berpirsiyare diket ser milê dewletê jî "Mafên gelê kurd bi awayekî demokratîk nîqaş bikirana û qanûnên antî demokratîk ên di vî warî de jî bida ber nîqaşkirinê û biguheranda."    Temel, diyar kir ku di êrîşên li ser Rojavayê, nexasim jî di êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê de ji dêvla ku hikûmet helwesta xwe nîşan bida, bi helwesteke ku piştgiriya êrîşan dikir tevgeriyaye û ev helwest ji bo pêvajoya çareseriyê bûbû cihê bêbaweriyê.    BEKAYA ÎQTIDARÊ      Temel got: “Piştî Peymana Dolmabahçeyê hat ragihandin, lê bêyî ku wext di ser re derbas bibe Erdogan îlan kir ku ew vê peymanê nas nake û metna vê peymanê ku li ber kamerayan li ber çavê raya giştî hat îmzekirin înkar kir. Ev yek nîşaneya ku dê mifha vê pêvajoyê negihê îqtidara wî bû. A rast, tişta li Dolmabahçeyê hat ragihandin, awayê herî sade yê pêvajoyê bû. Di encama nîqaş û hevdîtinên dîrokî de, destpêka pêvajoyeke nû bû. Lê belê AKP yanî îqtidar, bekaya xwe ne di aştî û pêşerpjê de, di şer de dît. Lewma ji dêvla aştiyê şer tecrîh kir. Klîkên şer û klîkên darbeyê tim hene. Lê belê vê carê a ku ev yek tecrîh kir hikûmet bû, yanî Erdogan bixwe bû."    Temel ji bo 10 xalên di peymanê de cih girtibûn jî got: "Ji dêvla çekê siyaset, mafê welatîbûna wekhev, betalkirina qanûnên qedexeker û guherandina wan, di warê aborî de pêşxistina herêmê, sererastkirina qanûna înfazê, bidwîbûna qirkirina jin, çand û ekolojiyê, mafê nasname û perrwerdehiya bi zimanê zikmakî hebûn. Gava mirov li van xalan binere, ji bo kîjan pirsgirêka Tirkiyeyê guhnedêriyek heye? Pir aşkere ye ku kî çareseriyê naxwaze. Ji ber vê bû ku Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya 2019'an de, ya bi parêzeran re, gotibû, 'Helwesta me ya li Îmraliyê, em Danezana Newroza 2013'an de bi awayekî hûn kûrtir û zelatir bidomînin.' Yanî ji dewletê re got, divê tu ji wê hêlê de lê binêrî."    'BI PEVÇÛNÊ ÇARESERÎ NE PÊKAN E'    Temel, destnîşan kir ku Peymana Dolmabahçeyê ji bo gelên Tirkiyeyê firsendek bû û îro ro careke din derketiye holê ku pirsgirêka kurd bi pevçûnan, bi şer nayê çareserkirin û got: "Argumanên sereke yên bi awayekî demokratîk veguherandina Tirkiyeyê di metna peymanê de hene. Îro tişta ku divê bê kirin, cardin vegera reçeteya çareseriyê metna peymanê ye."    MA / Berivan Altan