Bûldan çû serdana EMEP’ê 2021-02-25 12:32:48   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de çû serdana EMEP’ê li ser armanca kampanyayê nêrînên xwe parve kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de çû serdana Partiya Kedê (EMEP). Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û rêveberan, şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. Bûldan di serdanê de axivî û behsa naveroka bernameya kampanyaya xwe kir. Bûldan behsa têkçûna edalet, hiqûq û darazê kir û destnîşan kir ku pêdiviya her kesî bi edaletê heye. Bûldan got hilbijêrên wan gişt di girtîgehan de ne û li gel wan bi hezaran girtî hene. Bûldan anî ziman ku neheqî û bêhiqûqiya li ser civakê û rêxistinên siyasî û rêxistinên civakî didome.    ‘EDALET JI BO HER KESÎ LAZIM E’    Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser Destûra Bingehîn a Nû û got daxwaza HDP’ê pir eşkere ye û ji zûve ew daxwaz dikin ku Destûrek Bîngehîn a Demokratîk were çêkirin û hemû pêkhateyên civakê di nav de cih bigirin. Bûldan behsa kêşeya kurdî kir û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina kêşeyê wê hewldanên xwe yên çareseriyê bidomînin û li dijî pirsgirêkan têbikoşin. Bûldan anî ziman ku hem li derve hem jî li zindanan binpêkirinên mafan derketiya asta herî jor û ji bo vê yekê jî edalet ji her kesî re lazim e.    ‘ÎPOTEK DANÎNE SER ÎRADEYA 4 MILYON ÎNSAN’    Piştî Bûldan, Ercument Akdenîz ê Serokê Giştî yê EMEP’ê jî axivî û bal kişand ser krîza aborî ya Tirkiye pê re rûbirû maye û her wiha behsa biryarên DMME’ê û AYM’ê yên ji bo Demîrtaş jî kir. Akdenîz anî ziman ku îqtidar her kêlî êrişî HDP’ê û muxalefetê dike û ew dixwazin ev êriş demildest werin bi dawîkirin. Akdenîz da zanîn ku bi rêya qeyûman îpotekê danîne ser îradeya 4 milyon kesan. Akdenîz got ew alîgirên çareseriyek gelparêz û demokratîk in.    Bûldan û şandeya xwe piştî serdana EMEP’ê çûn serdana Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) û dê li gel rêveberên partiya navborî hevdîtinê bike.