Sancar: Operasyona Garê komkujî ye 2021-02-16 14:02:40   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku têkildarî 13 leşker û polîsên di operasyona Garê de hatine kuştin nakokî hene û divê heqîqet derkeve holê û got: “Bila kes ne li bendê be ku em ji gotinên wezîr û hikumet dibêjin  bawer bikin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî.    Sancar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 13 esker, polîs û endamên MÎT’ê yên di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Em dîsa mirinan diaxivin. Dîsa em bi rijandina xwînê ji xewê radibin û em bi êşan roja xwe derbas dikin. Mixabin ji ber ku pirsgirêka kurd bi çareseriya demokratîk û aştiyane nayê çareserkirin em neçar dimînin ku dîsa mirinan biaxivin. Hûn dizanin ez behsa çi dikim. Ez behsa operasyona Garê dikim.”    DAXUYANIYÊN AKAR Û NAKOKΠ   Sancar destnîşan kir ku daxuyaniyên Wezîrê Parastinê Hulusî Akar bi nakokî ne û wiha got: “Di daxuyaniyê de derbarê van însanan de agahî jî û nakokî jî hebûn. Pişt re cenazeyan dibin Meletiyê. Û nasnameya wan ji aliyê Waliyê Meletiyê ve tê eşkerekirin. Derket holê ku ev kes eew polîs û esker û wezîfedarên îstîhbaratê yên di destê PKK’ê de bûn. Bi taybetî em wek HDP’ê dibêjin xwedê rehma xwe li wan bike û ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin. Hevalên hêja ev komkujiyek e.”    HETA HEQÎQET DERNEKEVE HOLÊ EM BAWER NAKIN’    Sancar wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev di hiqûqa navnetewî de binpêkirinek goran û xeternak e. Niha pêdiviya me bi heqîqetê heye. Bêyî ku tu gumanê derxe holê divê were eşkerekirin ku mirin çawa pêk hatiye. Ev înfazkirinek e an jî di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane? Ango bi awayek din jiyana xwe ji dest dabin ew awa çawa ye? Ev vê destpêkê bêjim; Mirin çawa pêk hatiye bila were teqez ne mimkin e ev rewş were qebûlkirin. Em vê bi eşkereyî şermezar dikin. Lê belê şermezarkirin têr nake hevalên hêja, pêdiviya me bi heqîqetê heye. Heke em heqîqetê dernexin holê em ne dikarin edaletê û ne jî aştiyê pêk bînin. Bêyî guman bikevê divê heqîqet û berpirsiyaran derxin holê. Çima em heqîqetê dixwazin? Çimkî  Bila kes ne li bendê be ku em ji gotinên wezîr û hikumet dibêjin  bawer bikin.”    Sancar di berdewama axaftina xwe de li ser polîtîkaya şer rawestiya.