Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê 2021-02-13 09:11:47 ENQERE – Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê paya hevpar a pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û got: "Li dijî netewdewletê têkoşîna neteweya demokratîk divê."  Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî tecrîda li Îmraliyê û projeya neteweya demokratîk nirxand. Temellî, anî ziman ku hem Tirkiye hem jî raya giştî ya navneteweyî ji bo vê guhnedêr e. Temellî, destnîşan kir ku tecrîd bandoreke xirab li jiyana civakî, siyaset û mafên mirovan dike û got: "Heger tecrîd tune bûya, wê pêvajoya çareseriyê ber bi ku ve biçûna? Ma wê ev kabûsa siyasî dewam hebûna? Ma yê tiştên li Sûriyeyê diqewimin, ma yê ew bêedaletî di vê astê de bûna? Ma yê pirsgirêka kurd rastî neçareseriyeke wiha bihata? Gava em evana hemûyan bînin cem hev du, dê bê dîtin ku paya wan a hevpar tecrîd e. Ji lewra tezên ku Ocalan derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd û jiyana hevapr û demokratîk de danîne holê hemû ji bo çareserkirina pirsgirêkan e."    Temellî, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hebandiye û got: "Tecrîd êdî tevahiya Tirkiyeyê, tevahiya herêmê ber bi xwe ve dikişîne. Cografyayê tecrîd dike. Bêhiqûqîtî, bêperwatî, zext, zorî, zilm û tahde berbelav dibin."    ‘DIVIYA BÛ CIVAK GIŞ HILGIRTA'    Parlementerê HDP'î Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û got: "Di warê tecrîdê de derdora herî hesas girtîgeh in. Lê beê belê li ber vê refleksa guhdêr, divê em guhnedêriya civakê jî binirxînin. Girtî bi israra destnîşan dikin ku divê tecrîd bê şikandin. A rast bi vê mudaxileyeke pir girîng li siyasetê dikin. Lê belê diviyabû ku ev bar li ser milê girtiyan nehata barkirin. Diviyabû tevahiya derdorên civakê ev bar hilgirtana."    EDALET Û TECRÎD   Temellî, destnîşan kir ku sedema ku li Tirkiyeyê rejîma awarte û otorîterbûnê zêde bûye jî, tecrîda li ser Ocalan e. Temellî, anî ziman ku liberrrabûna li ber tahdeyê û têkoşîna ji bo edaletê bi hevrûbûna bi tecrîdê re pêkan e. Temellî got: "Heger hûn li ber tecrîdê ranebin, ne pêkan e ku hûn karibin ji bo edaletê bitêkoşin."   Temellî, diyar kir ku aştî jî ancax bi têkoşînê pêkan e.    LI DIJÎ NETEWDEWLETÊ 'NETEWEYA DEMOKRATÎK'    Temellî, destnîşan kir ku divê kesên bindest û mexdûr li dijî hegemonyaya îqtidarê bên cem hev du û li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê.   Temellî got: "Nexasim jî li dijî tu tiştan dewlemendkirina qadên têkoşînê divê. Yek; beriya her tiştî divê têkoşîna antîkapîtalîst bê diyarkirin. Dudo; li dijî netewdewletê têkoşîna ji bo neteweya demokratîk. Ji lewra heger têkoşîna van her du meseleyan bigihên hev, dê pirsgirêk hel bibin."    ‘DEWLET, BI CIVAKÊ RE ŞER DIKE'    Temellî, destnîşan kir ku îro roj dewlet bi teahiya civaka Tirkiyeyê re şer dike û veguheriye mekanîzmayeke tahdeyê ya dijwar. Temellî got: "Dewlet, monopola tahdeyê ye. Lê çendî ku monopol be jî, ev nayê wateya ku dê bi awayekî aşkere tahdeyê bike. Tişta ku Ocalan îşaret pê dike jî ev e. Em pêvajoya çareseriyê bînin bîra xwe. A rast gava Ocalan dewletê vexwand rasyonalîteyê, bi vê xwest rastiya civakî bê aşkerekirin da ku pirsgirêka kurd baş bê çareserkirin. Lê me dît ku dewletê jî bi israr ev yek qebûl nekir û wî halê xwe yê îrrasyonel domand."    MA / Berîvan Altan