HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest 2021-02-11 16:03:50   AMED – Parlamenterên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê, têkildarî 63 welatiyên Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiye û SMO’yê ve hatine revandin, li Tirkiyeyê hatine girtin û bi cezayê muebbetê tên darizandin Lêkolîna Meclisê xwest.   Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), beriya çendekî têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raporek weşandibû. HRW’ê di rapora xwe de agahî dabû ku 63 welatiyên sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ve hatine revandin û bi awayekî neqanûnî derbasî Tirkiyeyê hatine kirin. Parlamenterên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, Hişyar Ozsoy, Serpîl Kemalbay, Gulistan Koçyîgît û Tulay Hatîmogûllari têkildarî van 63 welatiyên Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiyeyê û SMO’yê ve hatine revandin, li Tirkiyeyê hatine girtin û bi cezayê muebbetê tên darizandin Lêkolîna Meclisê xwestin.    PÊŞNÛMEPIRS    Heman parlamenteran têkildarî mijarê pêşnûmersek jî dan Serokatiya Meclisê û daxwaz kirin ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul têkildarî mijarê daxuyanî bide.