HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe 2021-02-09 13:57:36   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, hûrguliyên kampanya  “Destpêkê Edalet" parve kir û anî ziman ku dê li pêş Edliyeyên Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Gunay, anî ziman ku dê di 15'ê Sibatê de bi daxwaza “Ji tecrîdê re bes e, Ji bo jiyanê edalet" li 3 bajaran meşên girseyî li dar bixin.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, têkildarî kampanya “Destpêkê edalet" agahî dan. Gunay, anî ziman ku tevahiya welat di bin berdê aşte tê hêran û wiha got: "Em bi vê bernameya partiyê dixwazin civakê ji bin vî berdê hêranê rizgar bikin. Ji bo em pergala AKP-MHP'ê ya civakê tune dike belav bikin, me got 'Hemû bi hevre' Ji Colemêrgê heta Edîrneyê, Ji Îzmirê heta Wanê, ji Mêrsînê heta Amedê hemû kesan bi hevre deng dan. Di serî de jin, ciwan û hemû kesên aştî, azadî û demokrasî dixwestin deng dan vê kampanyayê. Ji ber vê yekê partiya me rojevê diyar dike."   Gunay, anî ziman ku wan di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de “Deklerasyona Aştiyê" weşand û wiha lê zêde kir: "Me ji îlonê heta Sibatê bernameya Têkoşîna demokratîk aşkere kir. Niha em xebatek din li vê xebatê zêde dikin. Niha me kampanya "Berî her tiştî edalet" da destpêkirin. Gelê Tirkiyeyê di bin aş û berê bê edaletiyê de tune dibe. Ji ber vê yekê pêdivîya gelê Tirkiyeyê bi qasî av û nan ji edaletê heye. Ji qeynî derdora Qesrê, pêdiviya her kesî ji edaletê heye. Hemû civaka Tirkiyeyê li edaletê digere. Hilbijêrên dengê xwe dane AKP û MHP’ê jî li edaletê digerin.    ÇALAKIYA GREVÊ DI ROJA 75'AN DE YE   Gunay, da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan îro li hemû civakê belav bûye û wiha axivî: "Niha li girtîgehan mirovan tazî dikin û îşkenceyê li girtiyan dikin. Bi awayekî keyfî nêzî girtiyan dibin. Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Girtiyan li dijî tecridê û binpêkirina li girtîgehan dest bi grevê kiriye. Girtî îro 75 rojin li dijî tecrîdê û zextên li girtîgehê di çalakiya grevê de ne.      Guney, têkildarî kampanyayê ev agahî dan:    "Partiya me ji zû de ye bername û çalakiyên têkoşînê dimeşîne. Par di meha Hezîranê de me banga gelê xwe kir û got Tev Bi Hev Re û me xwest em pergala AKP-MHP'yê bi dawî bikin. Ji Hekariyê heta Edîrneyê, ji Îzmîrê heta Wanê, ji Mêrsînê heta Amedê di serî de jinan û ciwanan û hemû gelê me banga me firehtir kir, piştevaniyek mezin da partiya me. Dûre di 1ê Îlonê de me Deklerasyona xwe ya Aştiyê weşand û ji Îlonê heta vê Sibatê me Bernameya me ya Têkoşîna Demokratîk xist rojevê. Niha jî em neheqiya desthilatê li her derê eşkere dikin û ji bo jiyaneke nû saz bikin em dibêjin 'DESTPÊKÊ EDALET' Dirûşma me ya vê kampanyayê ya bi kurdî DESTPÊKÊ EDALET e... Îro pêdiviya me bi qasî avê bi edaletê heye.   Li Tirkiyeyê ji xeynî komikên AKP'yê her kes edaletê dixwaze. Hilbijêrên wan jî êdî dibînin ku li Tirkiyeyê edalet nemaye. Li welatekî demokratîk desthilat û muxalefet hene û ji bo armanca xwe pêşbaziyê dikin. İteatkirin hew di rejîmên faşîst de heye û îro ji me itiaat dixwazin. Dixwazin em îteatî wan bikin. Kî îteatî wan neke wek terorîst tê îlankirin îro. Ev pergala dijmintiyê herî zêde jî li girtîgehan têmeşandin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin îro li ser hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Girtî ev 75 roj in ku bi greva birçîbûnê li dijî van dad û hiqûqî li ber xwe didin. Em tiştên ne meşrû qebûl nakin. Kêr gihişte hestî. Gelê me jî vê yekê dibîne. Heke edalet tunebe demokrasî jî tuneye. Edalet tunebe siyaseta azad jî tuneye. Edalet tunebe hiqûq jî tuneye.   Destpêka her tiştî edalet e û em îro banga têkoşîna edaletê dikin.   * Bernameya jinan a vê kampanyayê dê ji aliyê Meclisa me ya Jinan li Enqereyê bê eşkerekirin. * Tevî hevserokên xwe, parlamenterên xwe, meclisa me ya jinan û parêzeran em ê li ber Dadgehên Enqere û Stenbolê çalakiyan li dar bixin. Em ê heta biryara DMMEyê bê qebûlkirin û girtiyên siyasî bên berdan emê li ber xwe bidin. Mirovan tazî dikin û li wan digerin, em ê li dijî vê yekê çalakiyan bikin. Îdîanameya Kobaniyê pûç û vala ye em ê vê yekê teşhir bikin.   * Ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan li ber girtîgehan daxuyaniyan bidin. * Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de li sê bajaran tecrîdê bi meşên girseyî protesto bikin. * Ji bo balê bikişînin bêkarî û debarê em ê li Wanê hevdîtinan bikin. Hevseroka me Pervîn Bûldan tev li vê bernambeyê bibe, dê kedkaran re bê ba hev. * Roja zimanê zikmakî ya cîhanê em ê çalakîyên curbicur li dar bixin. Li Amedê tevî hemû saziyên ku ji bo zimanê me yê zikmakî dixebitin bi tevlêbûna Mithat Sancar em daxuyaniyekê bidin. * Ji bo pêkanîna biryara DMMEyê em ê li herêman xebatan bimeşînin. Em ê biçin serdana saziyan, em ê daxwaznameyan û nameyan bişînin. Û çalakiyên bi vî awayî li dar bixin. * Em ê biçin serdana partiyên çepgiran, saziyên Elewiyan û seferatên welatên beyanî.   Kampanyaya me ya ji bo Edaletê dê heta serê Hezîranê bidome. Dem dema firehkirina vî dengî ye. Em ê tev bi hev re edaletê dabîn bikin."