PYD: Divê Amarîka û Rûsiya helwesta xwe zelal bikin 2018-01-21 08:29:03 NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Giştî ya PYD’ê ji Amarîka û Rûsiya xwest ku helwesta xwe ya li dijî Tirkiye ku Efrîn bombebaran kir zelal bike.  Meclîsa Giştî ya PYD derbarê êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP'ê li dijî Efrînê dest pê kir, daxuyaniyek nivîskî da. PYD'ê di daxuyaniyê de got ku berxwedana Efrînê dê bibe ruyê diyemîn ê berxwedana Kobanê û got: “Dê çarenûsa dewleta Tirk û çeteyên wê wekî çarenûsa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê be."    BERXWEDANA EFRÎNÊ DÊ HETA SERKEFTINÊ BIDOME   Daxuyaniya PYD'Ê wiha ye:    “Berxwedana gelê Efrînê dê heta serkeftinê dewam bike. Careke din isbat bû ku rêjîma Tirkiyê mezintirîn aliyê ku piştgiriya rêxistinên terorist dike û hewil dide ku dawiya wê neyê. Rêjîma Tirkiyê ku DAIŞ’ê bi piştgiriya wê û ji ba wê derketiye hole beriya zêdeyî 2 salan rê da DAIŞ’ê ku êrîş bike, niha jî bi hemû hêza xwe ji bo DAIŞ û komên din ên çekdar bi hêzê bike, tevdigere. Ev yek bi zêdekirina gef û bombebarana Efrîna ku ji aliyê şêniyên xwe ve tê birêvebirin, pêk tê. Efrîn bi ewlekariya xwe bibû navenda bi hezaran welatiyên Sûriyê yên koçber.   Rewşa aram a Efrînê ne li gorî siyaset û pîlanên rêjîma Tirkiyê bû, bi taybet piştî ku derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê ketin zêde bû. Piştî şerê rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengtiya YPG, YPJ û hemû hêzên QSD’ê pêk hat, ev zêde bû. Dewleta Tirk ku isbat bû piştgiriya çeteyan dike ji şerê rizgarkirina Reqayê hate dûrxistin.   Dewleta Tirk ku di hindirê xwe de aloziyeke li hindir û derve ya mezin jiyan dike, ji destpêkê ve û heta niha bi behaneyên xwe yê çêdike aloziyan derdixîne da ku êrîşî Efrînê bike. Di rastî de armanca wê bi vê yekê ew e ku aloziya xwe ya hindirîn derbixe derve. Erdogan bi niyeta xwe ya dagirkirina Efrînê dixwaze berê her kesî bide bir û wiha dosyayên xwe yên bazirganiyê veşêre.   Piştî teslîmkirina Helebê ji rêjîma Sûriyê re ku niha jî bi radestkirina beşek mezin ji Idlibê didomîne. Ev yek bi destwerdana wê ya yekser an jî di riya çeteyan re pêk tê, ew  wiha siyasetên xwe li herêmê pêk tîne. Ew niha jî dixwaze Efrînê dagir bike. Ev êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di dema ku gelê Rojava-Bakurê Sûriyê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser bibîr tîne ku derbasî sala xwe ya çaran dibe pêk tîne. RÊveberiya xweser ku bû bingeha Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku nûnertiya sîstema demokratîk a çareserkirina aloziya Sûriyê dike.   Em di Meclîsa Giştî ya PYD’ê de di dema ku em salvegera 4’an a damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz dikin, em êrîşên li ser gelê sivîl ê Efrînê bi tundî şermezar dikin. Em careke din tekez dikin ku hemû gelê Sûriyê ji êrîşên Efrînê zirarê dibîne. Êrîşa li ser Efrînê li dijî pirojeya demokratîk a herêmê ye.   Divê Rûsiya û Amarîka helwesta xwe ya derbarê bomebebarana dijminane nîşan bidin û dev ji nezelaliya helwesta xwe berde. Ne zelalbûna helwesta wê tê wateya ku ji dewleta Tirk re erêkirine ku êrîşê pêk bîne.   Divê hemû Kurdistaniyên li Cîhanê li gel berxwedana Efrînê û gelê wê bin. LI Efrînê pirojeya Demokratî ya li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk tê.   Em soz didin ku ku dê berxwedana Efrînê wê bibe riwê duyemîn a berxwedana Kobanê. Wê çarenûsa dewleta Tirk a êrîşkar bibe çareserenûsa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê. Em bang li civaka navdewletî û NY, Komeleya giştî û Konseya Ewlekariyê dikin ku ku li gorî pîvan û belgeyên xwe tevbigrin û êrîşa wan a li ser herêmên bi ewle rawestîn in. Careke din em dibêjin ku wê Efrîn hemû dijminên xwe têk bibe.