'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin' 2018-01-18 08:49:17 AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin.  Bertekên li hemberî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên têkildarî êrîşeke muhtemel a li hemberî Efrînê didomin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin.    Kemalbay destnîşan kir ku hikûmet bi gotinên der barê Efrînê de hewl dide ji bo polîtîkaya hundurîn malzemeyan biafirîne û wiha got: "Qey dixwaze têkeve nav operasyoneke ku wî bike îktîdar, an jî di vê dema ku çareseriya siyasî ya Sûriyeyê tê axaftin de dixwaze bêîstikrariyê biafirîne? Em ê di rojên pêş de vana bibînin. Li Efrînê gelek etnîsîteyên cuda hene. Di hedefa topbarana ku Tirkiye li hemberî Efrînê pêk tîne de gel heye, zarok hene. Divê ev şer neyê qebûlkirin. Berjewendiya gelên Tirkiyeyê jî çareseriya siyasî ya demokratîk a li Sûriyeyê de. Ji hêla Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve xîçek jî nehatiye avêtin. Tu gefxwarin tune ne." Kemalbay bi lêv kir ku hêla navnetewî ya Efrînê jî heye û mirov dikare li Efrînê qala hebûna Rûsya û DYA'yê jî bike. Kemalbay diyar kir ku li vê erdnîgariyê şerekî wesayetê çê bû û di encamê de vîneke nû derket holê. Kemalbay wiha domand: "Em behsa vîneke ku li hemberî DAIŞ û welatên din ên cîhanê berjewendiyên gelan diparêze dikin. Em dizanin rejîma Sûriyeyê ji bi ser xwe de hatiye. Hema bêje hemû prototîpên hêzên cîhanê li vir in û her kes hewl dide lîstikekê çê bike. Yanî wek faktorekî ketina û derketina ji vê erdnîgariyê ne mumkun e. Hûn ê li wir bi gavên şaş têkevin nav vilçoqê. Wê encamên ketina vê vilçoqê hebin û dema çend klîkên îktîdarê ji vî welatî biçin wê gel bedêlê bidin." Kemalbayê balê kişand ser zimanê çapemeniya hewzê jî û got lê belê bereksê vê li wir gel jiyana xwe didomînin û wiha domand: "Divê em li hemberî medyaya hewzê bi riya amûrên çapemeniya azad vê yekê ji gelan re vebêjin. Li gel vana hemûyan jî, wisa bawer dikim ku gelên Tirkiyeyê pirsa 'çi karê me li Sûriyeyê heye?' nîqaş dikin."    ‘EFRÎN AMED E, RIHA YE, WAN E'    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî destnîşan kir ku ji hêla Efrînê guleyek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye û hemû daxuyaniyên ji aliyê PYD'ê tên dayîn çêker in. Guven ji bo êrîşeke muhtemel a li hemberî Efrînê wiha got: "Efrîn Amed e, Riha ye, Wan e, tu ferqa wê tune ye. Heke îro Tirkiye êrîşî Efrînê bike ma wê kurdên li Tirkiyeyê li hemberî vê xwe li bêdengiyê deynin? Na. Li Kobaniyê, çawa ku kurd bi ruhekî netewî û efdaî ber bi sînorê Kobaniyê ve herikîn, wê kurdên li çar perçeyan jî ber bi sînorê Efrînê ev biherikin."    ‘REWŞA AWARTE NIKARE KURDAN BIDE SEKINANDIN'    Guven destnîşan kir ku divê îktîdar pişta xwe nede Rewşa Awarte û ev tişt gotin: "Heke îro li Tirkiyeyê li hemberî Efrînê êrîşek çê bibe, bila îktîdar nebêje ez ê karibim bi Rewşa Awarte kurdan bêdeng bikim. Wê kurd li Tirkiyeyê jiyanê rawestînin û xwedî li Efrînê derkevin. Bila Tirkiye hişê xwe bide serê xwe. Ketina Efrîne dibe ku rojekê jî be, lê belê derketina wê wê ne wisa hêsan be. Gelê Efrînê jî gelekî leheng e. Wê bi ruhê Arîn Mîrkanê li ber xwe bide. Êrîşa li hemberî Efrînê wê bê wateya êrîşa li hemberî hemû kurdan."    ‘DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ NEYÊN VÊ LÎSTIKÊ'    Guven destnîşan kir ku AKP dixwaze şoreşa Rojavayê bifetisîne û wiha domand: "Ji şoreşa Rojavayê ditirsin. Ditirsin ku ev ji bo gelên din jî bibe mînak. Di siyaseta hundurîn de jî îhtimala ku hilbijartineke pêşwext bê kirin zêde ye. Koalîsyona AKP-MHP'ê jî wê nikaribe ji sedî 51 dengan wergire. Ji bo pêla netewperest têxin dewrê êrîşa li hemberî Efrînê xistin rojevê. Armanca wan ew e ku li ser piyan bisekin, lê divê gelên Tirkiyeyê neyên vê lîstikê."