Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in 2018-01-17 13:12:44 EDENE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku êrîşek pêkan a Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê amadekariya darbeyê ye û got: “Li Sûriyeyê derde Erdogan ne Amerîkaye. Derdê Erdogan kurd û destekftiyên kurdan in.”  Parlamenterê HDP’ê yê Qersê û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen hewldan û plansaziya êrîşên AKP’ê ya li dijî Efrînê nirxand û hişyariyên girîng kir. Bîlgen bal kişand ser êrîşên muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û got ku dê êrîşa li dijî Efrînê bibe sedemê ketina rejîma Erdogan.    'DERDÊ ERDOGAN NE AMERÎKA YE KURD IN’    Bîlgen diyar kir ku di daxuyaniyên Serokomar Erdogan de bêtehamuliya li dijî Efrînê xwe dide nîşandan û li gel van hemû bêtehamuliyan bi awayek balkêş ku Amerîka destek dide YPG’ê dixwaze bi zimanek nerm û helwestek nerm bikar tîne.    Bîlgen got: “Di vir de tê xuyakirin ku derdê Erdogan ne Amerîka ye. Derdê Erdogan kurd in. Erdogan dixwaze kurd li Sûriyê nebin xwedî statû û tiştek bi dest nexin. Niha jî radibe li dijî Esed ji ber ku beriya şer mafê welatîbûnê ji bo kurdan nas nekiriye rexne dike. Ev rexneya wî îdia ye. Lê niha jî destkeftiyên kurdan ên li Sûriyê ji xwe re wek gef dibîne. Nêzîkatiyek talûke dide nîşandan.”    ‘SÛRIYE LI DERVEYÎ RAYEDARIYA TIRKIYEYÊ YE’    Bîlgen anî ziman ku Sûriye li derveyî rayedariya Tirkiyeyê û wiha axivî: “Mijara Sûriyê Tirkiyeyê eleqedar nake. Tirkiye nikare tevlî mesele û arîşeyên Sûriyê bibe. Nikare xwe tevlî karên hundirîn û derveyî yê Sûriyeyê bikin. Li aliyê din jî ji DAIŞ’a ku li ser axa Sûriyê dijminahiya gelan dike aciz nabe. Hûn li hember tu komên radîkal ên kujerên mirovahiyê bertek nîşan nadin. Lê hûn destkeftiyên Kobanê û Efrînê ku xizmeta tevahiya civakan dike hûn ji xwe re wek talûkeyek û gefekê dibînin. Ev nayê qebûlkirin.”    ‘BI AVÊTINA TOPAN NIKARIN FIKARÊN HEYÎ BITEPISÎN IN'   Bîlgen, da zanîn ku operasyoneke li dijî Efrînê bi konsepta ewlekariyê re nayê îzhat kirin û wiha pê deçû: “Ev amadekarî, weke ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan jî gotî ne ji ber gefekê ku hatiya avakirine. Pêşketinên li wê derê ne li dijî civaka Tirkiyeyê, li dijî rejîma otorîter û totalîter a Tirkiyeyê ye. Pêşketinên li Efrînê tu carî gefan li Nusayriyên Hatayê, sunniyên Riha yê, gelên li Mêrdîn û Dîlokê naxwe û nabe taloke. Pir eşkereye ku êdî Rojhilata Navîn bi desthilatdariyên totlîer û otoriter ên tekparêz nayên birêve birin.  Hemû destkeftiyên li wê derê, ji bo hemû gelan mînakên bingehîn in. Vê yek hemû rejîmên desthilatdar kiriye nava fikaran.  Hûn nikarin bi avêtina topan van fikarên heyî bitepisînin. Hûnê nekarin van alternatîfan ji holê rabikin.”     'ÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN ERDOGAN AMADEKARIYÊN DARBEYÊ DIKIN’'   Bîlgen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ên ku piştgiriyê didin Erdogan ku operasyonê li dijî Efrînê pêk bîne, di eslê xwe de amadekariya darbeya li dijî Erdogan dikin. Ger îro li vê derê hinek ji Erdogan dibêjin ‘Tu bimeşe, em li pişt tene, ya bê xwestin emê bikin’ lazime Erdogan zanibe ku di bingeha vê yekê de amadekariya darbeyekê li dijî Erdogan heye. Ji ber ku şerekê serkeftî yê li Efrînê dê di hûndir de ji bo Erdogan bibe şkestinek mezin. Dê ji Kobanê zêdetir bertekan bi xwe re bîne. Dê fatureya binkeftinê jî li Erdogan bê birîn. Ji ber vê yekê ger hîna jî li Tirkiyeyê aqilek ma be, stratejiyek ma be, divê piştgiriyê bide aştiya li Sûriyeyê.”     'ÇARESERIYEK TENÊ HEYE'   Bîlgen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê êdî piştgirî ji bo rêxistinên îmze avêtin bin gelek pêkanînên dij mirovahî neyê kirin. Divê êdî artêşên gefan li gelên Sûriyeyê dixwin neyên avakirin. Divê êdî hemû komên heyî ji bo pêşeroja gelên Sûriyeyê pêngavên mezin bavêjin û gotinên xwe ferz bikin.  Ji derveyî vê yekê tu çareserî tuneye.”   MA / Bêrîvan Altan