Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne 2018-01-17 11:38:57 ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya parlamenteriya wê hat xistin, diyar kir ku di vê dema ku pirsgirêkên civakî kûr bûne, kedkar, jin û bawerî HDP'ê wekî hêvî dibînin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11'ê Sibatê de 3'yemîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar dixe. Berî kongreyê Meclisa Jinan a HDP'ê, konferans li darxistin û der barê rojeva kongreyê û xalên girîng de nîqaş meşandin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya cezayê wê er ê bû û wekîltiya wê hat xistin, der barê amadekariyên kongreyê û xebatên partiya xwe de axivî.   Konca da zanîn ku dê kongre ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê, pêngavên nû bide destpêkirin. Konca bi lêv kir ku amadekariyên ji bo kongreyê demek berê dane destpêkirin û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de kampanyaya 'Em ranewestin, faşîzmê rawestînin', nobedên edalet û wijdanê, me wekî Meclisa Jinan a HDP'ê dan destpêkirin. Dîsa kampanyay 'Dê wiha neçe, dê jin destûrê nedin' jî amadekariyên ji bo kongreyê bûn."   'GEL HDP'Ê WEKÎ HÊVÎ DIBÎNE'   Konca destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke derbeyê ya hevserokên HDP'ê hatine girtin, wekîltiya wan hatiye xistin, şaredariyên DBP'ê hatin desteserkirin û dagirkirin de diçin kongreyê, hêviyên gel ji her demê zêdetir ji HDP'ê hene.   Konca hêviyên gel jî bi van gotinan anî ziman: "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rol û mîsyona HDP'ê gelekî hat nîqaşkirin. HDP'ê di vê pêvajoyê de serkeftineke mezin bi dest xist. Ji 7'ê Hezîranê heta hilbijartinên serokomariyê, gelek êrîşeke cidî li dijî HDP'ê pêk hatin. Bi van pirsgirêkên civakî yên mezin re, berpirsyarî û barê ku dikeve ser milê HDP'ê jî zêde bû. Îro êdî partiyeke wekî AKP'ê nema. AKP û MHP wekî partiyekê derketin pêş. Dîsa piştî CHP'ê di 20'ê Gulanê de li dijî makeqanûnê rabû û piştgirî da rakirina destnedanên wekîlan, ew jî ji partiya muxalefetê dûr ket. Ji ber wê kedkar, gel, jin û bawerî, HDP'ê wekî hêvî dibînin. Ji bo HDP ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike, bendewariyek mezin heye ji partiya gelan heye."   'HDP XWEDÎ PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ YE’   Konca anî ziman çawa ku HDP hemû rengan di bin sîwana xwe de dihewîne, paradîgmaya azadiya jinê yek jî xalên herî cuda ya partiya wan e, heta niha tu partiyeke siyasî bi vê armancê neketiye rê û ev di pergala xwe de mayînde nekiriye.   Konca behsa cih girtina jinan a di nav HDP’ê de kir û wiha got: “Gotina partiya jinan, ne wek çendahî hejmara jinan di nav partiye de zêde be. Divê siyaset bi paradîgma azadiya jinê bê kirin û ev nêrîn her tim hebe. Cudahiya HDP’ê ew e ku bi awayekî wekhev, azadîxwaz û pirjimarî siyasetê dike. Ji bo çareseriya demokratîk a prisgirêka kurd û di qada kedê de hevparî dibe û afrîneriya siyasete dibe ku hebe lê siyaseta Tirkiyeyê bi perspektûf û nêrînek jinê ya azadîxwaz birêvebirin xweseriya bingehîn a HDP’ê ye.”    PERGALA HEVSEROKATIYÊ    Konca li ser pergala hevserokatiyê ya HDP temsîlyeta wekhev dike jî rawestiya û got ku ew tenê siyasetê nakin, di heman deme de jinê jî bi rêxistin dikin.   Konca anî ziman ku ew zehmetiyên mezin dikişînin û wiha dewam kir: “Girtina siyasetmedarê jin êrîşek li dijî vîna jinê ye. Hem li dijî zayendiya civakî têkoşînê didin û hem jî dema jin siyasetê dikin, dibin hevserok û di nav rêveberiyên partiyê de cih digirin, gelek zehmetiyan digirin ser milê xwe. Jixwe em nêrîna desthilatdariyê ya li dijî têkoşîn û vîna jinê dibînin. Siyaseta jinan manîpule dikin û ew bi xwe zayendiya civakê ava dikin. Her tim siyaseta jinan hedef digirin. Pergela hevserokatiyê di nav HDP’ê de têkoşîna li dijî siyaseta desthilatdariyê ye.”    ‘GELEK HEVALÊN ME YÊN HEVSEROKATIYÊ BIKIN HENE’    Konca bal kişand ser nîqaşên demên dawî yên der barê kongreya HDP’ê de jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiya herî zêde rexnedayîna xwe dide HDP ye. Nîqaşên wekî dê kî bibe hevserok der barê hevalên mêr de tê meşandin. Ev nîqaş jî zayendiya civakî derdixe holê. Nêrînek wiha şaş e. Gelek hevalên me yên hevserokatiyê bikin hene. Li ser partiya me HDP’ê gelek êrîş û ambargo heye. Dixwazin HDP’ê tune bikin. Li dijî vê yekê jî em ê qels nebin. Em ê her tim bi têkoşînek xurt bersiv bidin van êrîşan.”    ‘HEDEFA POLÎTÎKAYÊN ME YÊN BINGEHÎN E…’   Konca, da zanîn ku li dijî hemû pirsgirêkên heyî dê bi biryarên bihêz biçin kongreyê û wiha domand: “Di konferansên jinan ên herêmî de jî rol û mîsyona HDP’ê hat nîqaşkirin. Daxwazên derketin holê û çareseriyên ji bo pirsgirêkan bên diyarkirin, dê perspektîfên bingehîn ên kongreyê bin. Hevparbûn û binyada bingehîn dê meclisa jinê be. Me di têkildarî rewestandina tundî, kumkojî û îstîsmarên zayendî yên li dijî jinan de jî nîqaş kirin û ji van re itiraz kir. Wekî tê zanîn jinan di 16’ê Nîsanê de li dijî referandumê kampanyaya NA ya berfireh dan meşandin û eniyek ava kirin. Divê di pêvajoya pêşiya me de jî em faşîzmê rawestînin, azadî û demokrasiyê bi pêş bixin. Ev yek di hedefa polîtîkayên bingehîn ên Meclisa Jinan a HDP’ê de ye.”   ‘EM Ê XEBATÊN JINA AZAD BELAVTIR BKIKIN’   Konca, bal kişand ser projeyên jinê yên di serdema nû jî û wiha wiha axivî: “Em ê di serdema nû de herî zêde jinên ciwan beşdarî siyasetê bikin. Ev projeya me ya bingehîn e. Em ê xebatên jinên azad berfireh bikin û di herêman de meclisên bi hêz ava bikin. Di vê serdemê de meclis ava kirin pir girîng e. Têkoşîna saziyên jinan di qada civakî de pir zêde ye, lê jinên ciwan pir kêm beşdarî siyasetê dibin. Pêvajoya kongreyê ji bo meclisbûnên jinan û partiyê, pêvajoyek serlêdanê ye. Em dixwazin siyaseta heyî biguherin û bibin çewherê siyasetê. Em dixwazin siyaseta demokratîk diyar bikin. Em armanc dikin ku saziyên jinan, têkoşîna jinên azad, rêxistinbûyîna çewherî, piştevaniya jinê, têkoşîna hiqûqî û polîtîk a jinan ava bikin.”   'PÊŞENGÊN KONGREYÊ JININ'   Konca, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dê jin ji kongreyê re pêşengiyê bikin. Em bang li jinan dikin ku beşdarî kongreyê bibin û ji kongreyê heya 8’ê Adarê têkoşîn û azadiya jinê bilindtir bikin. Hîna jinan ji vê pergealê hesap nexwestiye. Em bang li hemû jinan dikin ku bi reng, gotin û kelecana xwe tev li têkoşînê bibin. Em şîara xwe ya bingehîn di civîna xwe ya Meclisa Jinan a 20'ê Çile de diyar dikin."    MA / Dîren Yurtsever