Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin 2018-01-16 15:14:51 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, helwesta hikûmeta Tirkiye ya li dijî Efrinê rexne kir û xwest dest ji hewldanên şer berde. Kemalbay, diyar kir ku Şerê Sûriye ber bi dawî ve diçe û maseyên çareseriyê tên avakirin, lê Tirkiye şerê heyî sor dike û wiha got: "Di vê pêvajoya hewldanên çareseriyê pêş dikevin de hewldanên hikûmeta Tirkiye ya sorkirina şer nayê qebûlkirin."  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay, di civîna koma partiya xwe ya hefteyî de nirxandinên girîng kir.  Kemalbay, ewil Rojnameger Hrant Dink ê li Stenbolê hat qetilkirin bibîr anî û wiha got: "Ew di têkoşîna aştiyê de hevalekî me yê pir bi qîmet bû. 11 sal berê Hrant Dink hat kuştin. Lê hêj cînayeta wî ronî nebûye. Dibe ku tetîkêş hatibin girtin, lê kesên li pişt tetîkêşon hêj nehatine girtin û nehatine darizandin. Wekî cînayetên Musa Anter û Tahir Elçî cînayetê Dink jî nehatiye ronîkirin. Kengî em bi van cînayetan re rû bi rû bimînin wê demê em dê nêzî aştiyê bibin."    'DARAZ DERKET PÊŞBERÎ DEMÎRTAŞ'    Kemalbay, helwesta pergala darizandinê jî rexne kir û wiha got: "Hevserokê me yê giştî Selahattin Demirtaş piştî hat girtin, piştî 435 rojan yekem car derket pêşberî dadgehê. Demîrtaş, piştî 435 rojan bi ruyê ken seknek cit ku ji gelê Tirkiye de dibe hevî, derket salonê. Lê ne ew, daraz derket pêyberî wî. Demirtaş tevî li Tîpa F a Edîrneyê dîl hatiye girtin jî hêviyê di afirîne û kededekê dide siyasetê. Demirtaş sibê dîsa derdikeve pêşberî dadgehê. Em dê di danişîna wî de amade bibin. Em bang li her kesî dikin ku tev li danişîna Demîrtaş bibin."    Kemalbay, destnîşan kir ku rejîma AKP-Qesrê rewatiya xwe winda kiriye û wiha got: "AKP-Qesr bi operasyonan hêza xwe li ser piyan dihêle. Bi taybetî bi êrîşên li dijî HDP’iyan ji edalet, hiqûq û wîcdan dûr ket. Hefteya borî li Îdris Baluken 16 sal û 8 meh ceza birîn.  Cezayê 8 salan li Abdullah Zeydan birîn. Piştî 24 salan cara duyemîn bi hinceta "Berdewam nekiriye" wekîltiya Leyla Zana betal kirin. Leyla Zana 24 sal berê bi vîna g el hat meclîsê. Yên hurmet nîşani vîna gel nedan wê demê wekîltiya wê betal kirin. Niha jî yên hurmetê nîşanî vîna gel nadin wekiltiya wê betal kirin. Feraset didome. Îtîfaqa AKP-Erdogan-Bahçelî  vîna gel tune dihesibînin. Êdîya li dijî Zana êrîşa li dijî vîna jinê ye. Li Meclîsê wekîltiya 6 parlamenterên HDP'ê hatin xistin, ji vana 5 parlamenter jin in. Ev li dijî nûnertiya wekheviya zayendî ye. Li dijî rola jinê ya di siyasetê de ye."    Kemalbay, helwesta Erdogan a li hemberî Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftanlioglu jî şermezar kir û serkeftin ji Kaftancioglu re xwest.    Kemalbay, destnîşan kir ku ancak bi hevre karibin faşîzmê têk bibin û wiha berdewam kir: "Li aliyekî rojnamegeran ceza dikin, li aliyê din biryara AYM’ê nas nakin. Êdî Qanûna Bingehîn ketiye bin piyan.  Ev bi destê AKP-Erdogan pêş dikeve. Em gelê Tirkiye vê yekê dibînin. Ger ku 4 karker bedena xwe bidin ber agir ev ne asayî ye. Bingeha vana li ser bê edaletî û bê hiqûqiyê pêş dikeve."     ERDOGAN Û BAHÇELÎ JI DEMOKRASIYÊ DITIRSIN   Kemalbay, da zanîn ku rejîma AKP-Erdogan bi Devlet Bahçelî re ketine nava hevkariyê û li dijî demokrasiyê hev hembêz dikin. Kemalbay, da zanîn ku Erdogan û Bahçelî ji demokrasiyê ditirsin. Kemalbay, helwesta hikûmeta Tirkiye ya li dijî Efrinê rexne kir û xwest dest ji hewldanên şer berde. Kemalbay, diyar kir ku Şerê Sûriye ber bi dawî ve diçe û maseyên çareseriyê tên avakirin, lê Tirkiye şerê heyî sor dike û wiha got: "Di vê pêvajoya hewldanên çareseriyê pêş dikevin de hewldanên hikûmeta Tirkiye ya sorkirina şer nayê qebûlkirin."    ‘DIBÊJE EZ DÊ BIBIM F 16, PIÇEK BIBE MIROV'   Kemalbal, da zanin ku piştgiriya hêzên demokratîk ên Sûriye ji bo berjewendiya Tirkiye ye. Ger Tirkiye destê xwe yê dostaniyê dirêjî gelê kurd ê Efrînê bike qiyamet ranabe. Dijberî vê yekê dê li Qesrê qiyamet rabe. Ji ber vê yekê Qesr polîtîkayên şer sor dike. Ji bo vê yekê OHAL’ê dirêj dikin û Tirkiye bi KHK yan bi rêve dibe. Li Efrinê meclîs ji aliyê gelê kurd, ereb, ermen û asûriyan ve hatiye avakirin. Erdogan her roj diaxive û dibêje 'Ez dê bibim F-16'. Berî her tiştî piçek bibe mirov. Dê dîsa OHAL'ê dirêj bikin.  Qaşo komîsyona OHAL'ê hatiye avakirin. Lê ev komîsyona OHAL'e li ku ye. Ji ber ku ev îktîdar xwe li ser pişta kuştinan diparêze. Mirovê herî geş yê Tirkiye davêjin binê Tîpa F. Cilên Yek Tîp dixe miriyetê. Di cîhanê de du rêxistinên ku pesnê Guantanamo didin hene. Yek jî DAIŞ ya serê mirovan jê dike ye. Ya din jî AKP ye."     Kemalbay, herî dawî bang li her kesî kir û xwest di 11'ê Sibatê de tev li 3'emîn Kongreya Giştî ya Mezin bibin.