HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin 2018-01-16 13:16:31 ENQERE - HDP'ê li dijî hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta  Tirkiyeyê daxuyanî da û destnîşan kir ku gefên Serokê Giştî yên AKP’ê Erdogan ên li dijî Efrînê nayên qebûl kirin. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû kesê kir ku li dijî şer rabin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi têkbirina hebûna leşkerî ya DAIŞ'ê re ji bo Sûriyeyê pêvajoya çareseriya siyasî dest pê kiriye, lê Erdogan bi daxuyanî û gefên xwe dixwaze pêşî li vê pêvajoyê digire.   HDP'ê, diyar kir ku Erdogan paşeroja desthilatdariya xwe ya şexsî weke paşeroja Tirkiyeyê nîşan dide û bi operasyoneke mezin a xapandinê hestên neteweperestiyê geş dike. HDP’ê da zanîn ku Erdogan û tifaqa wî ji bo rewşa xwe ya tengav ji holê rake, gefa dagirkirinê li Efrînê dixe û bi rêya hêza xwe ya medyayê jî rastiyan berevajî dike.   REJÎMA ERDOGAN NIKARE XWE LI TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê RABIGIRE   HDP’ê, daxuya kirin ku li Efrînê Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî û Asûrî di rêveberiyên meclîsan nûnertiya xwe pêk tînin û wiha got: “Ji ber vê yekê Efrîn yekem qade ku kariye xwe ji şer biparêze. Efrîn zêdeyî nîv mîlyon penaber di nava xwe de hewandiye û bi vê awayî yek ji bajarên ewle ye ku tevî ambargo, şert û mercên giran ên şer jî nehiştiye zerareke mezin lê were. Ji bilî DAIŞ'ê ji nava axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê tu carî êrîşek li Tirkiyeyê nebûye. Berdevkên rejîma Erdogan nikarin xwe li têkçûna koma barbarên DAIŞ'ê rabigire. Nikarin qebûl bikin ku gelê kurd xwe bi rê ve dibin.”   GER ÊRIŞÎ EFRÎNÊ BIKIN DÊ ŞER BERFIREH BIBE   Di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoyên Soçî, Astana û Cenevreyê ku çareseriya siyasî lê tên nîqaşkirin û hişyarî hat kirin ku di pêvajoyek wiha de ger êrîş li Efrînê were kirin, wê şerê li Sûriyeyê bi salan dirêjtir bike û bandorê li qadên berfireh bike.   HDP'ê, dest nîşan kir ku gefên Erdogan ên ji bo dagirkirina Efrînê nayên qebûlkirin û wiha bi dawî kir: “Hewldaneke bi vî awayî ya dagirkirinê wê maliyeteke giran li gelên Tirkiyeyê bar bike. Pêşîgirtina li vê yekê mîna duh îro jî erka me ya bingehîn e. Em bang li hemû aştîxwazan, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikin ku li dijî vê hewldana şer û tundiya desthilatdariya Erdogan serî rakin.”