Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe 2018-01-15 17:56:33 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş, dê di 17'ê çile roja çarşemê li Edliyeya Enqereyê beşdarî danişîna dozê bibe.  Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), daxuyanî da û diyar kir ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, dê di 17'ê Çile de li 10'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bê dîtin. Demirtaş ji ber axaftinên xwe yên 7'ê Hezîrana 2015'an û bi hinceta heqaret li Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu vekiriye doz hatibû vekirin. Danişîna doza  duyemîn a Demirtaş, dê saet di 11.00’an de li 25'emîn  Asliye Ceza ya Enqereyê bê dîtin. Demîrtaş ji ber axaftinên xwe yên der barê komkujiya 10'ê Cotmehê li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî dabû. Bi hinceta Demîrtaş heqaret li Erdogan kiriye doz lê hatibû vekirin.