Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye 2020-11-03 14:22:45 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku darbeya 4’ê mijdarê li dijî vîna parlamentoyê û gel pêk hatiye û ev tişt got: “Pêvajoya darbeya siyasî bi Plana Çokşikandinê” dest pê kir. Ev plan; 2’emîn Plana Islahata Şeqê ya AKP-MHP’ê ye.”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe de axivî. Di destpêka axaftina xwe de Bûldan bal kişand ser erdheja Îzmîrê û ji qurbaniyan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfayê xwest û derbarê mijarê de wiha axivî: “Erdheja Îzmîrê careke din rastiya erdehejê ya Tirkiyeyê careke din raxist ber çavan. Ne erdhej û kareset negirtina bergiriyan a di dema xwe de dibe sedema mirina mirovan. Ne jiyan, rant esas tê girtin. Zihniyeta rantxwar dibe sedema giranbûna encamên erdhejê.”   ‘MIROV DI ETRIYA CANÊ XWE DE NE EV JÎ DI ETRIYA ŞOVÊ DE NE’    Bûldan, rexneyên xwe yên ji ber erdhejê yên li desthilata AKP’ê domand û diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê yên rantxwur civakê bi karesetên mezin re rûbirû dihêle û wiha got: “Erdogan berpirsyariyên xwe datîne aliyekî û hin kesan din berpiryar dibîne. Divêqê ew ne hinekin din li desthilatê ne. Em ji vir pirs dikin; ji bo amadehiya erdhejê heta niha wê çi kiriye? We kîjan bergirî girtine? Bacên erdhejê li kurt ên xerckirin? Heke pereyên we ji bo Qenala Stenbolê hene, hûn çima ji bo erdhejê xerc nakin? We ji bo Stenbolê çi kiriye? Hûn neçarin bersiva van pirsan bidin. Gel li benda derketina ji bin kavilê ye wezîrê wan li pêşberî qamereyan bi telefonê şovê dike. Mirov di etriya canê xwe de ne ev jî di etriya şovê de ne.”   ‘NÊZÎ 20 HEZARÎ KESÎ DI BIN ÇAVAN DE NE’   Di berdewama axaftina xwe de Bûldan, bal kişand ser operasyonên ku di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî parlamenter û hevserokên giştî yên demê yên partiya wan pêk hatibûn û wiha pêde çû: “Darbeya 4’ê mijdarê ya li hemberî parlamenter û hevserokên giştî yên partiya me li dijî vîna parlamentoyê û gel pêk hatin. Em çima ji 4’ê Mijdarê re dibêjin darbeya siyasî? Lewre ev operasyona derveyî ya hiqûqê ya dîl girtinê li dijî siyaseta demokratîk û demokrasiyê pêk hatiye. Darbeya 15’ê Tîrmehê bi destê AKP’ê werguherî derbeya siyasî. Ev dîrok jî 4’ê Mijdarê ye. Di nav 4 salan de hevserokên me yên giştî, parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên me jî di nav de nêzî 20 hezar kes hatine binçavkirin û nêzî 10 hezara ji wan bi awayekî bêhiqûq hatine girtin. Şaredariyên me yek bi yek hatin xespkirin. Ev ne bes in, em her roj bi agahiyên binçavkirina şiyar dibin.”   ‘DUYEMÎN PLANA ISLAHATA ŞERQÊ’   Bûldan, destnîşan kir ku biryara operasyonên li hemberî partiya wan di 30’ê cotmeha 2014’an de di civîna MGK’ê de bi Plana Çokşikandinê re dest pê kiriye: “Ev plan; 2’emîn Plana Islahata Şeqê ya AKP-MHP’ê ye. Palan sazîbûna faşîzmê û înşakirina pergala yekperestiyê ye. 6 sal in li Tirkiyeyê vê planê pêk tînin. Ne tenê li dijî HDP’ê, li dijî hemû hêzên demokrasiyê û civaka sivîl a demokratîk dorpêçkirineke darbeyê heye. Di heman demê de em bi planeke ku hemû civakê kiriye hedef re rûbirû ne.”