Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin 2020-08-31 15:21:58 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Meclîsê "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" weşandin. Di deklarasyonê de hat diyar kirin ku pêkane ku şer û bêkarî bi dawî bibe.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encama "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a ku bi armanca hemû beşên civaka demokratîk ên li Tirkiyeyê bîne gel hev dest pê kiribû, bi "Deklarasyona Banga Ji Bo Aştiyê" berî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê aşkere kir.    Deklarasyona ji aliyê Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat xwendin. Ji bo vê li Meclîsê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamenterên partiyê jî beşdarî civîna daxuyaniyê bûn.    Di destpêka daxuyaniyê de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê hat pîrozkirin.   'DI BINGEHA PIRSGIRÊKAN HEMÛYAN DE POLÎTÎKAYA ŞER HEYE   Di deklarasyonê de işaret bi şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê hate kirin û hate destnîşankriin ku ev stratejiya şer û aloziyê welêt dikeve nava paşerojeke nediyar e.   HDP'ê destnîşan kir ku ev polîtîka bi kêrî civakê, welêt û desthilatdariyê jî nayê.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku israra di polîtîkayên şer de, her wiha neceribandina polîtîkayên aştiyê şaşitiyeke mezin e û hate gotin, "Pêwîsteiya me ne bi şer lê bi aştiyê, bi diyalog û danûstandinan heye. Mîna xaka ku bi hesreta avê ye, welatê me jî bi hesreta polîtîkayên aştiyê ye."   'NEÇARESERÎ WÊ KRÎZÊ GIRANTIR BIKE'   HDP'ê diyar kir ku asta heyî ya meseleya Kurd êdî çareseriyê ferz dike û ragihand, "Mirovên demokrat û yên li paşeroja hevpar a vî welatî difikirin, nabe ku vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Weke ku bûyerên diqewimin nîşan didin, pirsgirêk êdî ji sînorên welêt jî derbas kiriye, bûye xwedî aliyekî herêmî û global. Heta ku neçareserî dewam bike, heta ku dînamîka şer zindî be wê Tirkiye her tim ji aliyê siyasî û aborî ve bi hêzên global ve girêdayî be, hewcedarê wan be. Halbûkî ev pirsgirêk bi esasî pirsgirêka me ye û divê li vî welatî bê çareserkirin.   Lewma em ji Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê careke din bang li hêzên çareseriyê dixwazin dikin: Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Kes nikare xwe ji çareseriyê bide alî. Em di demeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. Çareseriya demokratîk û aştî xwe ferz dikin.   Di deklarasyonê de ji bo çareseriyê çar made hatin destnîşankirin.   Di madeya destpêkê de HDP'ê bang li desthilatdariya AKP-MHP'ê û aqlê dewletê kir ku dest ji israra di şer de û polîtîkaya neçareseriyê berde. Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku Tirkiyeya pirsgirêka Kurd çareser kiriye û dawî li şer aniye wê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt. Ji bo vê jî işaret bi pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê hate kirin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd ew pêvajo hîn jî hêja ye.   HDP'ê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û pêkhatina aştî û demokrasiyê û hate destnîşankirin ku divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.   BANGA LI MUXALEFETÊ Û RAYA GIŞTÎ   HDP'ê di xala duyemîn a deklarasyonê de destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî, ji ber ku meseleya Kurd meseleyeke jiyanî ye ku nabe ji însafa desthilatdarî û dewletê re bê hiştin. Di vê çarçoveyê de hate gotin, "Partiyên muxalefetê divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekehev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibîne."   Di xala sêyemîn a deklarasyonê de hate gotin, "Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka Kurdan û HDP'ê bê dîtin. HDP di çareseriya prisgirêka Kurd de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê Kurd pêwîste hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî tevbigerin. Weke HDP'ê rola me diyalog û danûstandin e. Em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin bixebitin.   'ALIYÊN MESELEYÊ DIVÊ BI FEDAKARÎ TEVBIGERIN'   Di xala çaremîn de jî hate ragihandin ku di meseleya Kurd de li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dikin. HDP'ê destnîşan kir ku ji bo vê jî divê hemû alî li paşeroja gelên Tirkiyeyê bifikire û bi fedakarî berpirsyariyên xwe pêk bînin, gavan biavêjin.   'EM BI HEV RE DIKARIN BI SER BIXÎNIN'   Di beşa dawî ya deklarasyonê de hate gotin, "Partiya me ji polîtîkaya xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê, ji perspektîfa jiyana wekhev û hevpar, ji israra gelê me ya di aştiyê de, ji hêza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bawer dike.   HDP di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk de amade ye berpirsyariyên xwe pêk bîne. Aştî ne tenê rawestandina şer e. Mebest ji aştiyê ew e ku planeke hevpar a çekan bêdeng bike bê afirandin û lji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî gav bi hev re bên avêtin. Eger ji bo aştiyê em bi hev re tênekoşin em ê nikaribin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Di mijara meşa bi hev re de em ti carî dest ji biryardariya xwe bernadin. Em ji dil bawer dikin ku em ê bi hev re bi ser bikevin."