ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e 2020-08-28 13:08:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û rojnameger Mihemed Seydî, di ji rojnameya e-rojname re nivîsî û bal kişand ser polîtîkayên ENKS'ê ya li dijî ziman parastinê.    Nivîskar û rojnameger Mihemed Seydî, li ser helwest û polîtîkayên ENSK'ê yên li dijî ziman û parastinê analîzek ji rojnameya e-rojname re nivîsî. Seydî, gotana bi sernavê "ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e" de wiha got: Yên îxanetê li we bikin, ew herdu destê we jê dikin. Belkî hûn karibin wan efû bikin lê hûnê nikaribin wan hembêz bikin."    Seydî, di gotarê de da zanîn ku demeke qala hatina gelhev a aliyên siyasî tê kirin wiha nivîsî: "ENKS ya ku serê çend salên şoreşê ye xwe davê vî alî û wî alî, xwe davêje ber vî derî û wî derî û xwe ji her kesî re kiriye erd û kulav, dixwaze xwe bide nîşandan ku ew niştîmanperwer e û armanceke wê heye ew jî parastina Rojava, gelê kurd, ziman û çanda kurdî ye. Baş e em ê bibêjin ew rast dibêjin. Wê demê tişta ku dixwazin li gorî kê ne û çi ne?"    'KETIN PÊŞIYA DEWLETA TIRK Û KETIN EFRÎNÊ'    Seydî, destnîşan kir ku ENKS bi çeteyên El-Nûsra re êrîşî Serêkaniyê kir û paşê ala başûrê Kurdistanê avêtin erdê û perîşan kirin û wiha got: "Wê demê ma wan çi parast? Ne xêr nikarîbûn devê xwe jî vebikin. Ber ku ew ne yê xwe ne. ew xizmetkar in. Gotin em ê Efrînê ji PYD’ê rizgar bikin. Û ketin pêşiya dewleta tirk û hovên wê. Lê di dawiyê de li ber derî man û Efrîn kirin qurbana gerefêtên xwe. Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk kurdan ji wir paqij dike, ENKS dibêje dostên me yên tirk û hevalbendên me û heta dema ev kiryar dewam dikin jî bê şerm û fedî dibêjin vê yekê."    'HER FERMANÊ DIDIN ENKS'Ê'     Mihemed Seydî, bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û ENSK'ê û wiha lê zêde kir: "Em niha werin ser danûstandinên ku tên birêvebirin. Gelek hêvî jê nebe jî, dîsa bo ku ji vê rêya bekotiyê vegerînin hewldan dikin. Lê wer diyar e ku her danûstandinek an civînek di navbera ENKS û Partiyên Niştîmanî yên Kurdî de çê dibe, hemû naveroka wan ji dewleta tirk re tê parvekirin û nêrîna wan tê girtin ka ew erê dikin an na. Lê dîsa bo ku asteng bikin her tiştî dikin û wê bikin. Axaftinên wezîrê karê derve yê tirk Çawişoglû yên dema dawî jixwe teqezkirin vê yekê bû. Wî got; em ê tu carî nehêlin ev danûstandin herin encamê. Lê ji ber ku bi biryara Amerîkayê bû wê nikarîbû xwe pir bi aşkera xwe daxîl. Lê her talîmat û ferman didan ENKS’ê."    ENKS’ê êdî hatiye zorê û dixwaze bi çi rengî be vê meselê bi talîmata tirkan xirab bike. Beriya demekê nûçeyên ku buroyên wan ên li bajarê Qamişloyê bûne hedef hat parvekirin. Û daxuyaniya ku Tevgera Ciwanan tewanbar bike jî yek ser hazir bû û hat dayîn. Hemû dezgehên çapemeniya MÎT a tirk a bi zimanê kurdî weşanê dike jî yekser nûçe dan. Piştre jî agahî li ser hin malperan hate parvekirin ku ENKS daxwaze hêzeke serbixwe ya ku baregeh û navendên wê biparêze kiriye. Ev yek jî aşkera dike ku êrîşa li ser bûroya wê ya li Qamişloyê bi destê wê pêk hatiye û armanca wê jî niha diyar dibe. Hêzeke leşkerî dixwaze bîne bi cih bike."    'ENKS HÊZEK SERBIXWE DIXWAZE'    Li gorî hin agahiyan, ENKS dixwaz sîstema perwerdehiyê ya li Rojava û bakurê Sûriyeyê were guhertin û perwerdeya bi zimanê kurdî nema were dayîn. Li şûna wê jî sîstema berê ya perwerdê were dayîn. Yanî perwerdeya rejîma Baasê. Hincet jî ew e ku sîstem ji aliyê NY’yê ve tê naskirin. Li aliyê din tişta ku dewleta tirk dixwaze, niha aşkera tînin ziman. Ew jî ew e ku hêzeke bi navê Pêşmergeyên Roj ku bi destê dewleta tirk hatine perwerde kirin bînin Rojava. Lê ev hêz ne ku di bin banê Fermandariya HSD’ê de be. Ew hêzeke serbixwe dixwazin. Vê yekê jî em dikarin wilo fêm bikin; ew an bi danûstandina re dixwazin kurdan teslîmî dewleta tirk bikin çawa ku niha deriyê dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê hatiye vekirin, an jî bi rengê dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî teslîm bikin. Ber ku ew dibêjin bila tirk were. Her wiha niha yek ji daxwaze ENKS’ê jî ew e ku hêza leşkerî ya Sînor (erka xweparastinê) ji holê rabe. Dibêjin pêwistiya me pê tune ye."    Seydî herî dawî bal kişand ser pêwistiya ENKS'ê û wiha bi dawî kir: "Ê em jî dibêjin rast e, pêwistiya wan bi parastinê tune, ji ber ku ew ji rewşa qirkirina kurdan li Efrîn, SerêKaniyê û Girê Spî ne aciz in. Mişkula wan tune ku li herêmên Kobanê, Qamişlo û Dêrikê jî heman tişt bibe. Em jî li vir dipirsin: pêwistiya ENKS’ê bi çi heye?"