Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin 2020-08-24 15:17:10 BÛRSA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna Bûldan, li Bûrsayê di hevdîtina gel de axivî û got: “Sedema hemû pirsgirkên li Tirkiyeyê, pirsgirêka gelê kurde. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin, ew ê belav bibin.”  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveyê “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, tevlî hevdîtina gel bû. Hevdîtina  gel li Qada Bazarê ya Taxa Yavûz Selîm a girêdayî navçeya Yildirim hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Salûhan Olûç, Berdevka Jinan Ayşe Acar Başaran, parlameter, endamên MYK û Meclîsa HDP’ê, Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABF) û parlamenterê berê Tûrgût Oker, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdarî hevdîtinê bûn.   Qada hevdîtinê bi pankartên “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî”, “Qeyûm darbeye, dest nede vîna min”, “Ji bo têkoşîna civakî û siyaseta demokratîk piştevaniyê xuret bikin” û “Li vîna xwe xwedî derkevin” hat xemilandin.”   Bûldan di ketina xwe ya qadê de bi berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan hat pêşwazî kirin. Buldan di hevdîtinê de xitabî gel kir û wih agot: “Ligel êrîşên heyî û pêvajoya pandemiyê, tevlîbûnek evqas xurt, encama têkoşîn û girêdanbûna bi HDP’ê re ye.”   JI GELÊ DERYAYA REŞ RE PEYAM    Bûldan, bal kişand ser karesata li Giresûnê rû da û wiha bilêv kir: “Em ji malbat û xizmên kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dikin û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. 9 mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna jî mirovên winda bûyî hene. Em di serî de ji gelê Giresûnê û hemû gelê Deryaya Reş re dibêjin derbas bûyî be. Tiştên tên jiyîn ne qedere. Encama polîtîkayên desthilatdariyê ye. Di her qadê de me dijminantiya vê desthilatdariyê dît. Ev jî dijminantiya wan a li dijî derdor û xwezayê ye. Ev encama kiryarên desthilatdariyê yên li dijî gelê Deryaya Reşe.”    PÊWÎSTÎ BI QANÛNEK BINGEHÎN HEYE’   Bûldan, da zanîn ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn û wiha pê de çû: “Lê ligel vê yekê jî ev pirsgirêk nayin çareser kirin. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, li Tirkiyeyê pêwîstî bi qanûnek bingehîn heye. Niha Tirkiye bi qanûna bingehîn a di 12’yê Îlonê de hatiye nivîsandin tê bi rêve birin. Ev bêmafiyek herî mezine. Civaka Tirkiyeyê êdî qanûnek bingehîn a nû dixwaze. Êdî civak naxwaze bi qanûna bingehîn a berê, bê birêve birin. Ev qanûn bi hevrebûna gelan asteng dike.”    SEDEMA HEMÛ PIRSGIRÊKAN PIRSGIRÊKA KURD E   Bûldan, bi bîr xist ku sedama hemû pirsgirêkên tên jiyîn, neçareserkirina pirsgirêka gelê kurde û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiye û heta ya tevahiya cîhanê ye. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareser kirin, krîz û kaos tim xwe dubare dikin. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî mezin a vî welatiye. Rêyên wê yên çareserkirinê diyarin û çareseriya wê heye. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin, ewê bi xwe belav bibin. Eynî mîna AKP’ê. Ji ber ku AKP’ê ev pirsgirêk çareser nekir, niha demên xwe yên dawî dijî û bi windabûnê re rû bi rû ye.”