Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin 2020-08-23 12:49:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mithat Sancar, têkildarî karesata lehiyê ya li Giresûnê, bal kişandin ser nelirêyên avadan û projeyên HES’ê û gotin: “Êdî dem hatiye ku em bêjin êdî bese û Deryaya Reş rehet berdin.”   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê karesata lehiyê ya li Giresûnê rabû de, li ser hesabên xwe yên medya civakî parvekirin kirin. Hevserokên Giştî di parvekirinên kirin de, bal kişandin ser rantên avadan û projyên HES’ê yên Deryaya Reş û bertek nîşan dan.    BÛLDAN:ÊDÎ BESE    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev peyam parve kir: “Xwedê rehma xwe li welatiyên ji Giresûnê jiyana xwe ji dest dan bike û me ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazin. Tiştên li Deryaya Reş rû didin ne qedere, encama dijminantiya xwezayê û çav birçîtiyê ye. Êdî dem hatiye ku em ji projeyên HES’ê yên ku qet xilas nabin û feraseta rantê re bêjin êdî bese.”    SANCAR: DERYAYA REŞ REHET BERDIN   Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî, li ser hesabê xwe bal kişand ser karesatê û ev peyman da: “Em ji xizmên welatiyên li Giresûnê jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dixwazin, xwedî rehma xwe li wan bike. Êş û hirsa me mezine. Bûyerên li Deryaya Reş rû didin ne qedere. Sedama van karestan, dagirkeriya li herêmê, projeyên HES’ê û feraseta rantê ne. Êdî Derya Reş rehet berdin.”