Beştaş: Wê mizgîniya mezin çûyîna te be 2020-08-20 14:41:58 DÎLOK – Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji bo gotina “ez ê mizgînî bidim” a Erdogan got: “Mizgîniya herî mezin ku tu bidî ew jî wê çûyîna te be.”    Li Dîlokê jî qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê hat birêvebirin. Kampanyaya bi dirûşma “Em hemû bi hev re li dijî şer aştî û li dijî tecrîdê azadî” tê birêvebirin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê civîna gel hat lidarxistin. Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Mahmût Togrûl, Omer Farûk Gergerlîoglû, Serpîl Kemalbay û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di civînê de axivî û ji bo demokrasî û azadî pêk were peyama “yekîtiyê” da.    ‘DEV JI VÎ SÛCÎ BERDIN’    Pişt re Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand zextên li ser HDP’a Dîlokê û got: “Ji sala 2015’an ve li ser partiya me bênavber êriş pêk tên. Ev jî ji aliyê AKP û MHP’ê ve tên kirin. Li vî welatî rejîma yek zilamî heye. Bi operasyonên li dijî partiya me dixwazin ku partiya me nikaribe bişixûle. Lê bi ser nakevin. Operasyonên taybet tên kirin. Dibêjin ‘em ê HDP’ê çawa lawaz bikin.’ Hevalên me sala par li Dîlokê hatin girtin, salek e dernexistine dadgehê. Ev çawa rewşek şerpeze û bêhiqûqî ye? Dev ji vî sûcê hûn dikin berdin.”    ‘MIZGÎNÎ ÇÛYÎNA TE YE’    Beştaş daxuyaniya “Ez ê roja înê mizgîniyê bidim” a Serokkomar Erdogan bi bîr xist û got: “Mizgîniy herî mezin ku tu bidî vî xelkî, ew jî wê çûyîna te be.”