'Li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin' 2020-08-09 14:29:39 WAN - Rêxistina Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) ya Wanê kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umît Dede, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê bang li her kesan kir ku têkoşînê mezin bikin.  Rêxistina Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) ya Wanê bi şîara “Bi ruhê yekîtiya neteweyî ber bi civaka azad ve" 5'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Di kongreyê de endam û rêveberên HDP, TJA yên Wanê, Rêveberên TUHAY-DER, MEBYA-DER, ESP û gelek rêxistinên demokratîk û civakî amade bûn. Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê raporên xebatan û aborî hatin xwindin.    LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN   Endama dîwanê Hatice Kiye, bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweya Kurd û wiha got: "Zext û tundiya li ser gelê Kurd zêde bûye. Lê Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin dawî li van zext û tundiya li dijî xwe bînin.    Berpirsiyarê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan Umît Dede jî bal kiyand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, li ser hemû civakê belav bûye. Li dijî têkoşîna gelê Kurd a aştî, demokrasî û şoreşgerên Kurd 5 salin êrîşên pir dijwar hene. 5'ê nîsana 2015’an mîladek e. Di vê dîrokê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan bêtir giran kirin. Bi temamî hevdîtin qut kirin. Piştî vê tecrîdê îqtîdarê hem li derve û hem jî li hundir dest bi şer kirin. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelê Tirkiyeyê piştî tecrîda li Îmraliyê dîl girtin. Tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav dibe."    'MIXABIN ME TECRÎD NEKIR ROJEV'    Dede, anî ziman ku her tim ji bo şikandina tecrîdê bar danîn ser pişta girtiyan û wiha lê zêde kir: "Her tim şikandina tecrîdê hewaleyî girtiyên siyasî kirin. Girtiyan di şertên pir dijwar de ji bo şikandina tecrîdê bedelên pir giran dan. Piştî berxwedana girtiyên siyasî parek tecrîd şikest, lê dîsa tecrîdê dest pê kir. Mixabin me tecrîd zêre nekir rojev. Binerin CPT rojên borî rapor aşkere kir. Me jî rapor erênî dît. Yekem car CPT diyar kir ku pergala li Îmraliyê pergala tecrîdê ye. CPT xwest her meh raporê bidin malbat û parêzeran. Heta niha me tecrîd bi qasî CPT nekir rojev. Ev kêmasiyek pir mezin e. Ji ber vê yekê divê em di her qadê de têkoşînê mezintir bikin û xurt bikin."    Piştî axaftinan hilibjartin pêk hat. Di hilbijartinê de Gulderen Varli û Çetin Uyar bûn Hevserokên DBP'ê yên Wanê.