MEB’ê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ red kir 2020-06-24 12:13:14   ENQERE – Daxwaza HDP’iyan a zêdekirina 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ya li Roj û Hefteyên Diyarkirî, ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve bi hinceta “Ji Destûra Bingehîn re ne guncav” e hat redkirin.    Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dağ, Kemal Bulbul û Mehmet Ruştu Tiryakî, di 15’ê gulanê de daxwaznameyekê de dabûn Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) û daxwaz kiribûn ku 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li ‘Roj û Hefteyên Diyarkirî’ yên Tirkiyeyê bê zêdekirin û li dibistanên seretayî û navîn bê pêkanîn. MEB’ê vê daxwaza parlamenterên HDP’ê bersivand û bi hinceta ku “Ji Destûra Bingehîn û hiqûqa heyî re ne guncav” e red kir.    WEZARETÊ XWE DEREWAND   HDP’iyan di daxwaznameya xwe de bi bîr xistibûn ku di sala 2015’an de MEB’ê 17-25’ê kanûnê weke Roja Zimanê Erebî qebûl kiriye. Wezaretê, di bersiva xwe de vê bibîrxistina HDP’iyan red kir û diyar kir ku Roja Zimanê Erebî di nav ‘Roj û Hefteyên Diyarkirî’ de cih nagire.   EREBÎ LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN E   Egitîm Îş’ê, di sala 2015’an de serî li MEB’ê dabû û jê daxwaz kiribû  ku hefteya 17-25’ê kanûnê weke ‘Hefteya Têkoşîna li dijî Bertîl û Nelirêtiyê” bê îlankirin, lê wezaretê ji 18’ê kanûnê şûn ve hefteyekê  weke Hefteya Erebî îlan kiribû.    MA / Dîren Yûrtsever