Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek 2020-06-21 16:53:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Federe ya Kurdistanê şermezar kirin û bang li hêzên Kurd û kurdistanî kir ku bibin yek. Yekîtiya Niştiman bang li gelê Kurd ên li hundir û derveyî welêt jî kir xwest têkoşîna xwe mezin bikin û dakevin qadan.   Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK), bi tevlêbûna endamên xwe li navenda PYD`ê ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî da çapemeniyê û êrişên balafirên şer ên Tirkiyeyê şermezar kir. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Ebd El-Xenî Omer û bi zimanê erebî ji aliyê Xunav Mele ve hat xwendin.   Ebd El-Xenî Omer, diyar kir ku ji destpêka 16`ê Hezîranê ve, bi awayekî sîstematîk û dijber ve, Tirkiye dest bi dagirkeriyê kiriye û got: "Bi riya erd û ezmanî li ser Başûrê Kurdistanê dike bi armaca hedefkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û baregehên wê, lê tevahiya cîhanê dibîne ku bajar û bajarok tên armanc kirin û deverên sivîl ên bi ewle li Şengal û Mexmûr û gelek deverên din yên başûrê Kurdistanê, di encamê de gelek sivîl birîndarbûn û mal û milkên wan hatin hilwşandin di nav hewldanek eşkere de ku dagirkeriyê berfireh bike û berdewamiya siyasta sîstematîk ya qirkirna gelê me li her deverê jib o pêk anîna tiştênku DAIŞ`ê nikarîbû pêk bîne, bi binpêkirina hemû pîvan û zagonên navneteweyî."    Omer, anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê di rewşek tevlihev û hesas de pêk tên û wiha got: "Di qonaxekî ku doza kurdî gihiştiye astên pêşketî bi saya berdêl û têkoşîna gelê me seranserî salên dirêj, ew bi dagirkeriya xwe dixwaze ku kiryarên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tîne temam bike, bi vê jî we şerekî vekirî radighîne li dijî Kurdan û doza wan û tekoşîna wan ya dîrokî jib o azadî, aştî û demokrasiyê diyar dike ku ew amade dike ku dagirkeeriya xwe berfireh bike da ku bighêje bajarê Silêmaniyê û herêmên wê, bi gefxwarina wî ku her kes ku alîkar be di yekitiya refa kurdî li rojavayê Kurdistanê ew bike hedef."    'EM DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR DIKIN'    Omer, êrîş şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Em di Partiyên Yekitiye Nîştimanî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di dema ku em dagirkeriya faşîst şermezar dikin, em bang li gelê xwe dikin da ku têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bike û israr bike li ser prensîbên xwe di tekoşîna jib o azadiyê, her wiha em bang li gelê xwe dikin li çar parçeyên Kurdistanê û li derve bi yek helwestî berê xwe bidin qadan û dagirkeriyê qebûl nekin. Em bang li hemû partî, tevger, hêzên siyasî yê n Kurdistanî her wiha rewşenbîr û rojnemevanan û hemû gelên me ku van êrişan eşkere bikin û rastiya armancên wê ji raya giştî ya cîhanê re zelal bikin.'    'BANG LI HEMÛ DEWLETÊN EREB û NATO KIRIN'    Omer, herî dawî bang li dewletên ereb kir û got: em bang li hemû dewletên Ereb û gelên wan da ku xeteriya planên Tirkiyê li hemû herêmê û hedefkirina wê ji berjewendiyê gelan re cidî bigirin berbiçav re derbas bikin ku yekitiya gelan û tekoşîna wan ya hevpar giringe jib o rawestandina dagirkeriya Tirk ya berfireh û komkirina li derdora herlwesta Yekitiya Ereban û hinek welatên kendavê ku ev dagirkerî û siyastên Tirkiyê red dikin, her wiha ev helwesta berpisyar wegerînin çalakiyek rastîn di foromên navdewletî. Em bang li NATO’yê dikin ku Tirkiyê êrişên xwe bi çekên û amûrên wê pêk tîne her wiha bi giştî hêzên cîhanî û Yekitiya Ewropî ku kar bikin ku sînorekî ji Tirkiyê deynin li herêmê êrişên wê yên ne hiqûqîli ser gelê me li başûrê Kurdistanê, kêmkirina dijberiya wê û mudaxeleyên wê li Sûriyê, Iraq û Lîbiya û li herêma rojhilata Navîn bi giştî û wê berpisyar bikin encamên wê yak u wê li ser siyaset û hegemonyaya wê ya desthilatdar."