Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe 2020-06-20 10:10:00 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, ji bo “Meşa demokrasiyê” ya 6 rojan dewam kir wiha got: “Ji kolanan bigirin heya serdanên me yên rêxistinên civaka sîvîl me dît ku ev meş gehiştiya armanca xwe.” “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqerê ve dest pê kir di roja 6’emîn de ye. Aliyê meşê yê Colemêrgê piştî hevdîtên bi gel re yên Wan, Êlihê, Amed, Riha, Dîlok û Edenê gehişt Enqerê. Şande wê îro li baxçeyê Meclîsê saet 17:00’an de daxuyanî bide çapemeniyê.   ‘ME HÊVIYA DI GEL DE DÎT’    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokrastîk (DBP) Salîha Aydenîz a di şandeya meşê de cih girt, meşa xwe ya 6 rojan nirxand. Aydenîz, diyar kir ku armanca meşa wan xeta têkoşîna li dijî pergala faşîzmê avakirine û wiha axivî: “Meşa me li her bajarî rastî astegiyan hat. Lê ligel vê jî me hêviya di gel de dît. Desthilatdarî wê tu carî bi hewldanên qedexekirin û astengkirinê negihêjê armanca xwe.”    ‘WÊ DEMOKRASIYÊ PÊŞ BIXIN’   Aydenîz, bal kişand ser meşa ji Colemêrgê dest pê kir û wiha got: “Li Colemêrgê gel pir bi hêvî bû. Li hemû bajarên em te re derbas bûn dorpêça polîsan hebû. Li hemû deverên Colemêrgê esker û polîs hatibûn bi cih kirin. Ji bo  ku gel nekare xwe bi gihîne me û daxwazên xwe bîne ziman, li ser avahiyan jî esker û polîs hatibûn bi cih kirin. Tişta ji destê wan hat kirin. Lê dîsa jî nekarin meşa me asteng bike. Ev meş wê demokrasiya Tirkiyeyê pêş bixe û li dijî pergala sazîbûyîna faşîzmê bû. Bi dorpêçên xwe jî nîşandan ku çiqasî ditirsîn.”   ‘MEŞA ME GEHIŞT ARMANCA XWE’    Aydenîz, qala eleqeya gel nîşanî wan da jî kir û wiha got: “Li her deverê, kolan û koçeyan mirov derketin pêşiya û em silav kirin. Me coşa li ser rûyê wan dît. Mirovan êdî tirsa zextên heyîn şikandine. Çiqasê xwestin meşa me asteng bikin jî, dîsa negihan armanca xwe. Her tişt kirin lê dîsa nekarên hevdîtian me ya bi gel re asteng bikin. Mirov li Colemêrgê, Wan, Bedlîs û Tetwanê derkwtin berban û pencereyên xwe û bi vî awayî xwe gihandin me. Îro desthilatdariya AKP’ê û  MHP’ê li her derê êrîşê destkeftiyên gele kurd dike. Dîsa li Rojava, Başûr û Bakur hewl dide vîna gel bişkîne. Li Mexmûr û Şengalê êrîş dike. Di êrîşkirina kurdan de sînoran nasnake. Divê li dijî van êrîşên topyekûn, tekoşînek topyekûn lazime. Divê gelê kurd li dijî van êrîşan yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Ger kurd îro yekitiya xwe ava nekin, wê hemû destkeftiyên xwe winda bikin. Ji ber vê jî meşa me li dar xist pir girîng e. Ji bo ku em destketiyên xwe mezintir û daîmî bikin, tekane rêya li pêşiya me têkoşîna hevpar û avakirina yekitiya neteweyî ye.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel – Cahît Ozbek